Dawîn amarên koronayê li seranserê cîhanê

Dawîn amarên koronayê li seranserê cîhanê

Li seranserê cîhanê hejmara pêketîyên bi vîrusa koronayê 4 milyon û 800 hezar kes derbas kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor dawîn amarên li malpera ‘Worldometer’, li seranserê cîhanê heta niha 4 milyon û 804 hezar û 846 kes bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine.

Amerîka di ware hejmara tûşbûyên koronayê de di pileya yekem de ye ku li gor dawîn amaran, heta niha li wî welatî 1 milyon û 527 hezar û 664 kes bi Covid-19ê ketine.

Her li gor dawîn amaran li Rûsyayê 281 hezar û 752, li Îspanyayê 277 hezar û 719, li Brîtanyayê 243 hezar û 695, li Brezîlê 241 hezar û 80, li Îtalyayê 225 hezar û 435, li Fransayê 179 hezar û 569 û li Almanyayê jî 176 hezar û 651 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê jî hejmaa pêketîyên koronayê gihiştîye 149 hezar û 435 kesan.

Vîrusa koronayê ku li Çînê serî hilda, heta niha li zêdetirî 200 welatan belav bûye.

Li seranserê cîhanê heta niha 316 hezar û 711 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane û 1 milyon û 858 hezar û 806 kes jî baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin