Dawî zanyarî li ser aşûta Wan

Dawî zanyarî li ser aşûta Wan

Di aşûtên li navçeya Muks a Wana Bakurê Kurdistanê de heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane, 53 kes hatine rizgarkirin û 20 kes jî din bin aşûtê de mane.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li Gêdûka Karabetî ya li ser rêya Wan û Muksê, pêr Sêşemê 4ê Sibatê bi şev wesayitek a kar û mînîbusek rêwîya di bin aşûtê de mabûn. Di vê bûyerê de cenazeyê 5 kesan ji bin aşûtê hatibû derxistin û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin. 2 kes jî di bin aşûtê de mabûn û xebatên lêgerîna wan dihat kirin.

Li Wanê aşûta duyem bi ser wan kesan de hatîye ku li du kesên di bin aşûtê de mane digerîyan.

Tîmên hawarçûnê û xelkê duh xebatên ji bo dîtina herdu kesan li cihê aşûtê birêve dibirin, lêbelê careke din aşût hat û di encamê de li gor daxuyanîya AFADê duh termên 33 kesan hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Bi vî awayî ji ber herdu aşûtên li wê navçeyê, heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane. Di nav kesên ku di encama aşûta duh de canê xwe ji dest dane, cerdevan, leşker û tîmên hawarçûnê hene.

Herwiha li gor zanyarîyan 20 kes jî di bin aşûtê de mane û xebatên ji bo dîtina wan kesan jî di şert û mercên dijwar de berdewam bikin, lê duh êvarî xebat hatin rewastandin û biryar e, îro dîsa xebat dest pê bikin.

Ji ber metirsîya rûdana aşûteke nû, ew herêma aşûtê bi qasî 10 kîlometran hatibû valakirin ji bo ku tedbîrên zêdetir bên wergirtin û tîmên hawarçûnê û xelkê yên ku xebatên lêgerînê birêve dibin bêne parastin.

Şandên CHP û HDPê diçin Wanê

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partîya Komarî ya Gel (CHP) biryar dane ku ji cihê, şandên xwe ji ber aşûta li navçeya Muksa Wanê bo herêmê bişînin.

Li ser hesabê twitterê yê HDPê hate ragihand ku îro Pêncşemê 6ê Sibatê şandeke weê partîyê bi serokatîya Hevserokê HDPê Sezaî Temellî dê ji ber aşûta Muksê serdana Wanê bike.

Hewiha hate gotin ku Parlamenterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç û rêvebirên HDPê yên Wanê li herêmê bûne û li cihê bûyerê û nexweşxaneyê lêkolînên xwe kirine.

Ji alîyê din ve biryar e îro şandeke CHPê bi serokatîya Parlamenterê Enqerê Tekin Bingol û ji Parlamenterê Stenbolê Alî Şeker, Parlamenterê Edaneyê Burhattin Bulut, Parlementerê Kastamonu Hasan Baltaci û Parlamentera Hatayê Suzan Şahib pêk tê, diçe Wanê.

Serokê Partîya Saadetê yê Îpekyoluyê di bin aşûtê de canê xwe ji dest da

Serokê Şaxa Partîya Saadetê yê Îpekyoluya Wanê Mehmet Emin Kurt jî yek ji wan kesên ku di bûyera aşûta duyem a li navçeya Muksa Wanê canê xwe ji da.

Serokê Şaxa Partîya Saadetê yê Îpekyoluya Wanê Mehmet Emin Kurt di vegera tezîya qurbanîyên aşûta yekemîn de ew jî di bin aşûta duyem de ma.

Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu li ser hesabê xwe yê twitterê dîyar kir ku Mehmet Emin Kurt ketîye bin aşûta duyem de û canê xwe ji dest da.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin