Davûtoglu pêşwaziya bangawaziya Ocalan kir

Davûtoglu pêşwaziya bangawaziya Ocalan kir

Ahmet Davûtoglu diyar kir ku îro pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxeke nû bûye û wiha axivî:

A+A-

Serokwzîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu li ser bangawaziya Ocalan a çekdanîna PKKê got, pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxeke nû bûye û dê heyama çek û tundiyê bidawî bibe û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin.

Piştî ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya şanda Îmraliyê re banga çekdanînê li PKKê kir, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, di civîna şaxa ciwanan a partiya xwe de li ser wê bangawaziyê daxuyanî da.

Ahmet Davûtoglu diyar kir ku îro pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxeke nû bûye û wiha axivî:

“Ciwanên me êdî dê li ser çiyê yan jî li nav bajaran neyên hemberî hev û dê mîna bav û kalên xwe li kêleka hev ber bi paşerojê ve bimeşin.”

Davûtoglu anî ziman ku êdî li Tirkiyê ti kes dê nekaribe di navbera kurd, tirk, sunnî, elewî û htd… de tovên cudatiyê biçîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin