Davutoglu: Ez li dijî hemû qedexeyên li ser Kurdî me

Davutoglu: Ez li dijî hemû qedexeyên li ser Kurdî me

.

A+A-

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di hevpeyvîneke taybet ji ji K24ê re derbarê pirsgirêka kurd, rûdanên girîng ên siyasî yên li Tirkiye û polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê de axivî.

Li ser pirsa rojnamegerên K24ê Ahmet Davutoglu dibêje: ‘’Ez li dijî hemû qedexeyên li ser zimanê kurdî me. Der barê mijara perwerdehiya zimanê zikmakî de helwesta me diyar e. Em li ser wê rêgezê ne ku li Tirkiyeyê divê zimanê zikmakî di perwerdehiyê de karîger bibe. Ji xeynî vê bo çareserî em giringiyê didin erkên rêvebiriyên herêmî û em li dijî tayînkirina qeyûman in. Çimkî qeyûm rêbazeke antîdemokratîk e. Û em ne bajarekî ne vî welatî radestî wan kesan nakin ku ji aliyê gel ve nehatine hilbijartin. Ji xeynî gavên bo ziman, kultir û li ser erka rêvebiriyên herêmî, pêwendiyên li gel kurdên li derveyî sînorê Tirkiyeyê jî girîng in. Ji bo jiyaneke aştiyane bo kurdên li Sûriye û Iraqê pêwîst e Tirkiye li erka xwe rabe.”

Herwiha Ahmet Davutoglu derbarê peywendiyên wî yên ligel siyasetmedarên Herêma Kurdistanê jî dibêje: ‘’Dema ez Wezîrê Karên Derva bûm, Serokwezîrê Tirkiyê bûm, hama hama her meh di navbera Enqere û Hewlêrê serdanên dualî çêdibûn. Niha ka lê binêrin di demên dawîn de çend serdan hatine kirin? Di serdema min birêz Mesûd Barzanî, birêz Nêçîrvan Barzanî tim serdana Tirkiye dikirin. Ji aliyê me jî gelek wezîr diçûn Hewlêrê û ez jî weke serokwezîr çûbûm Herêma Kurdistanê. Herî dawî kesayetê payebilind ê ji Tirkiyê çûbû Hewlêrê ez bûm. Piştî perspektîfa Tirkiye guherî hinek dûrketin çêbû. Lazim e Tirkiye kurdên derveyî sînorê xwe wek pêkhateyek ku were kontrolkirin nebîne, divê Tirkiye hewla pêkwejiyanê li gel kurdan bide.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin