Davutoglu derbarê egera êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê  axivî

Davutoglu derbarê egera êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê axivî

.

A+A-

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu duh serdana Amedê kir û beşdarî komxebata partiya xwe ya bi navê "Avakirina Pêşeroja Me ya Demokratîk: Pirsgirêka Kurd" bû û tê de axaftinek kir û ji bo çareseriya pirsa Kurd çend xal pêşniryar kirin.

Davutoglu ku îro jî li bajêr bi endamên çapemeniyê re jî civînek li dar xist û piştre jî bersiva çend pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak da.

Li ser pirsa egera operasyonekê li dijî Rojavayê Kurdistanê Davutoglu got: “Divê ev yek bi Amerîkayê re bi awayekî zelal bê axaftin û hewl bê dayîn ti tiştek li wan deveran nebe ku gef be li ser Tirkiyê. Piştre divê rê neyê dayîn ev mijar di navxweya Tirkiyê de bê bikaranîn. Taybet jî divê gelê Kurd ê li Sûriyê wek gef û armanc neyê dîtin.

Davutoglu herwiha got ku ew guhertina demografiyê li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê rast nabîne û ew ne di berjewendiya Tirkiyê de ye jî.

Derbarê perwerdeya bi zimanê dayîkê de jî Davutoglu got ku li Efrînê an jî her cihekî din be, mafê perwerdiya bi zimanê dayîkê divê tekez bê parastin.

Dixwazim vê bipirsim. Ya rast we çend bersiv qasek berê dabû rojnamevanan, lê Tirkiye dixwaze bi awayeke leşkerî mudaxaleyê Minbîc, Şehba û Til Rifatê bike. Tecrûbeya we ya polîtîkaya derve jî heye. Hûn weke Partiya Pêşerojê van mudaxaleyan rast dibînin?

Spas dikim. Zelal e li li sînorên başûr ên Tirkiyê pirsgirêkên cidî yên ewlekariyê hene, taybet li Sûriyê û ne tenê li Girê Spî û Minbicê û li Idlib û deverên din jî. Di vê çarçovê de wergirtina tedbîrên ewlekarî mafê Tirkiyê ye. Lê divê tişt ku li ser baldarî hebe, ev dever di warê fiilî de wek deverên kontrola Amerîkayê tên dîtin. Wê demê divê ev yek bi Amerîkayê re bi awayekî zelal bê axaftin û hewl bê dayîn ti tiştek li wan deveran nebe ku gef be li ser Tirkiyê. Piştre divê rê neyê dayîn ev mijar di navxweya Tirkiyê de bê bikaranîn. Taybet jî divê gelê Kurd ê li Sûriyê wek gef û armanc neyê dîtin.

Kurdên li wê derê jî di metirsiyeke mezin de ne. Kurd jî ji ber van operasyonan xwe di ewlehiyê de nabînin. Ma riyeke din a çareseriyê nîn e? Hûn çareseriyeke çawa pêşniyar dikin?

Divê berî her tiştî ji bo çareseriyeke giştî li Sûriyê hewl bê dayîn. 18 Berfanbar 2015an Encûeman Asayişa Netewên Yekgirtî biryarek da ku li Sûriyê hikûmteke demkî bê avakirin û hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Heta ku bi giştî aştiyek bo Sûriyê neyê, ne hêsan e ku li her devereke Sûriyê xelk xwe di rewşeke ewle de bibîne.  Xala duyem, taybet jî bo van herêmên ku eger rasterast an nerasterast gefeke PKKê hebe divê giranî li ser wê gefê be û wisa nebe ku hemû Kurdên Sûriyê wek gef û armanc bên dîtin û dive ev mijar bi awayekî rasterast û eşkere li gel Amerîkayê bê gotûbêjkirin.

Baş e niha li Sûriyê, bi taybetî jî li herêmên kurdan ji aliyê grûbên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve demografiya herêmê tê guhertin. Di şûna kurdan de ereban bi cih dikin.Li erdnîgariya kurdan wisa dikin. Û kurd ji vê yekê aciz in. Di dema wezîrtiya we de çûn û hatin hebûn, diyalog hebû. Careke din mimkun e ew diyalog çêbin, an hûn jî guhertina demografiya wê derê rast dibînin?

Nexêr, Guhertina demografiya Sûriyê ne di berjewendiya Tirkiyê de ye jî û wek mirovajî gelek xelet ku xelk ji cih û warên xwe bibe û ji aliyê kê ve jî bê kirin… guhertina demografiyê di bingeha xwe de ji aliyê rejîma Sûriyê vet ê kirin. Xeta Hema, Hims û Heleb hema bêje hatiye bêmirov kirin. Û piraniya vê xetê wek penaber hatin Tirkiyê. Berjewendiya Tirkiyê û tişta rast jî ew e li ti civakeke li Sûriyê Kurd, Ereb, Tirkmen, Sunne, Elewî, Nusayrî ti ji wan dive ji cih û warên xwe nebin û çareseriyek bê dîtin. Eger careke guhertina demografiyê destpê bike ev dê bibe sedema pevçûn û aloziyên mezin û salên dirêj dê berdewam bike. Berî şer her kes li ku derê jiyabe dive vegerê wê deverê, li wir bijî û mafên wî yên mal û mulk bên parastin. Cihê ti civakan dive neyê guhertin.

Bo nimûne niha li Efrînê perwerdehiya bi erebî tê dayîn. Bi tirkî jî ders didin. Lê perwerdehiya bi kurdî nadin. Hûn vê polîtîkayê çawa çawa dibînin? Kurd li wê derê jî li ser axa xwe jî bi polîtîkayeke bişaftinê re rû bi rû ne. Nikarin bi zimanê xwe perwerdehî bibînin.

Li Efrînê an jî her cihekî din be, mafê perwerdiya bi zimanê dayîkê dive tekez bê parastin. Hemû ev ziman ji bo me pîroz in. Tirkî jî,  Kurdî jî û Erebî jî zimanên me ne. Divê xwendekar van zimanan bi hev re fêr bibin û helbet dive her kes pêşiyê zimanê xwe yê dayîkê fêr bibe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin