Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû

Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû

Di danişîna doza Mûsa Anter û JÎTEM’ê de daxwaza rakirina kontrola edlî ya bersûc Hamît Yildirim, ji aliyê heyeta dadgehê ve hat redkirin.  

A+A-

 

Danişîna 15’emîn a doza Mûsa Anter û JÎTEM’ê, li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Kurê Anter Dîcle Anter, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterê HDP’ê Habîb Eksîk û ji Navenda Bîrê çavdêra şopandinê faîlên diyar parêzer Esra Kiliç tevlî danişînê bûn. Her wiha bersûcê berdayî tê darizandin Savaş Gevrekçî û parêzerê xwe Hîkmet Îşler û parêzerê bersûcê Hamît Yildirim, Kaya Yelek jî li danişînê amade bûn. 

Piştî tespîtkirina nasmeyan û xwendina ewraqên ku li dosyayê zêde bûbûn, derbarê doza Ayten Ozturk ku dosya wê bi dosya Anter re hatibû yekkirin bersûc Mûstafa Başoglû ku li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Antalyayê peywirdar bû, hat guhdarkirin. 

BERSÛCAN NAS NEKIR

Bersûc Başoglû, bi kincên xwe yên leşkerî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û ev tişt gotin: “Mervatiya min bi bersûcên dosyayê re tuneye. Kesên ku we navê wan xwend nas nakim. Derbarê kuştina Ayten Ozturk re agahiya min tuneye. Dema peywira xwe ya rojhilat di navbera salên 1994-1995-1996’an de li navçeya Mazgirtêya Dersîmê weke fermdar peywir kir. Derbarê bûyerê de eleqeyeke min tuneye. Di dîroka ku t gotin de min li Meletiyê peywir dikir. Min navê Mahmût Yildirim weke kod (Yeşîl) dibihîst. Lê leqayî wî nehatim.”

HAT XWESTIN KONTROLA EDLÎ YA BERSÛC BÊ RAKIRIN

Piştî guhdarkirina Başoglû parêzerê bersûc Hamît Yildirim, Kaya Yelek daxwaz kir ku kontrola edlî ya muwekîlê wê Yildirim bê rakirin. Dozgerê dozê jî weke daxwaza parêzerê Yildirim Kaya Yelek xwest ku berpirsyariya îmzeyê ya Yildirim bê rakirin û tenê kontrola edlî ya ji bo derketina derveyî welat bimîne. 

DANIŞÎN TALOQ BÛ

Heyeta dadgehê daxwazên parêzerê bersûcan red kir û biryara berdewam kontrola edlî ya ji bo Hamît Yildirim da. Her wiha dadgehê biryar da ku ji bo girtina gotina bersûc Abdûlkadîr Aygan ku li derveyî welat e ji Wezareta Edaletê re nivîs bê nivîsandin, aqûbeta bersûc Celal Yeltekîn û Omer Ozuyilmaz bê pirsîn, bersûc Latîf Şîmşek bi zorê bê dadgehê û li benda bersivên muzakkereyên ku ji bo bersûcên ku tên lêgerîn bê sekinandin û danişînê taloqî 20’ê çileya 2021’an kir. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin