Danîmarka: “Di serkeftinan de kedeka sereke ya PDK heye“

Danîmarka: “Di serkeftinan de kedeka sereke ya PDK heye“

Pîrozkirina 70. salvegera damezirandina PDKê li Kopenhagin

A+A-

Îro (04.09.2016) Li bajarê Kopenhagin ya Danmark, sebaret bi 70. salvegera damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistanê korekî/ahengekî bi gotar û helbest hate lidarxistinê.

Di vî korî de partîyên sîyasî yên ji seranserê Kurdistanê, Federasyona komelên Kurdî ya li Danmark û gelek sazîyên sivîl beşdar bibûn. Û her wiha çend partîyên sîyasî yên Iraqî jî hatibûn vexwendinê.

Heryek ji wan partîyên Kurdistanî û Iraqî bi gotarên xwe pîrozbahîya PDKê kirin. Hest û helwestên xwe anînîn ziman.

Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK jî pêşî, silav û pîrozbahî yê, li têkoşîna 70 salên PDK û keda wan ya di destkeftîyên kurd û  Kurdistanê de bilind nirxand û şahnazîyê pê kir.

Û wiha domand: Keda van 70 salan e ku Ala ya Kurdistanê li seranserê Başûrê welatê me û parlamentoya wî herêmî pêl dide. Keda van 70 salan e ku alaya Kurdistanê li gel serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî duho di koşka serokomar û di wargeha serokwezîrê Tirkîyê de bi dîmenên xwe bû manşetên hemî medyayên cîhanê. Keda van 70 salan e ku duho li Bruksel ev Ala li ser mêza berpirsên Ewropîya bû manşeta hemî cîhanê. Ma ji bo me Kurdistanîyan ji vî pîroztir tiştekî din heye. Belê di van hemî serkeftinan de kedekî sereke ya PDK heye. Eva jî cîyê şahnazîyê ye.

Dû re PAK bi kurtî daxwazên xwe wiha anî ziman:

Belê, kadir û endamên PDK, partî û rêxistinên Kurdistanî û xuşk û birayên delal;

Îro, çi li Rojhilata Navîn, çi li welatê me û her wiha li welatên dagirkerên welatê me, rojane bûyer û guherînên mezin diqewimin.

Bi taybet, van rojên dawîyên ku, li dij destkeftîyên me, li dij têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê, dagirkerên Kurdistanê (Îran, Turkîye, Sûrîye û Iraq) li gel hemî kemûkurîyên xwe dîsa di dan û standinên hevkarîyê de ne.

Eva bi serê xwe; erkekî bivê nevê datîne pêşîya me Kurdistanîyan. Bi taybetî partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê.

Birêzan;

 Ku em dixwazin ji vê rojevê „sifra guran" bi serkeftî rizgar bin. Divê, hemî alîyên Kurdistanî bi yek deng, bi yek hêz û bi yek helwest têbikoşin.

Û herwiha; Hêvî û daxwaza me ji hemî partî û alîyên Başûrê welatê me eve ku, ji bo ew kada 70 salan, ji bo daxwaz û hestên serxwbûna Kurdistanê ya hemwelatîyên vî welatî, bi zûtirîn kat werin ba hev, li hev bikin. xeyal û hesreta bi sedsalan bi cîh bînin.

Di beşekî din ya vî korî de jî; helbest û şêroveyên birêz Dr. Kamûran Bedirxan Sindî bûn.

Birêz Dr. K. Bedirxan Sindî, di şîroveya xwe ya li ser şoreşa 16 Tebaxê de behsa girîngîya psîkoljî û antropolojîya şoreşê anî ziman û tesîra wî ya li ser civakê kir. Dîsa; Dr. K. Bedirxan Sindî, di şîroveyên xwe yên li ser dewlet û bê dewletbûnê de bandorekî erênî xist ser beşdaran.

Herwiha; Dr. K. Bedirxan Sindî bi xwendina helbestên xwe yên: „Ey Felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn" ku ji alîyê Hunermend Mihemed Şêxo, Tehsîn Tiha û Şivan Perwer ve wek hatine sitran. Dr. K. Bedirxan Sindî behs helbestekî xwe yê din de got ku; di dema ku DAÎŞ nêzîkê Dihok bû, min di xewna xwe de dît ez lal bûme, bes du peyv/wûşe maye li ser zimanê min „Eve Ewin"..

Dîsa; Dr. K. Bedirxan Sindî, di behsa helbestekî xwe ya „Em, Xwedê û Dewlet" de bi xwedê re mijûl dibe û gazina jê dike.

Bi kêşandina wêneyan ya bi Dr. K. Badirxan Sindî re dawî li ahengê hat.

Dr. Kamûran Bedirxan Sindî, helbestvan/hozanvanekî bi hêz e. Ji gundekî navçeya Akrê ye û dilsozê PDKê ye.  

Selma Akar/Danmark

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin