Danezana Konferansa Libyayê hatîye weşandin

Danezana Konferansa Libyayê hatîye weşandin

Danezana Konferansa li Berlîna paytexta Almanyayê ya ku bi mebesta destpêkirina agirbesta mayînde û pêvajoya sîyasî li Libyayê, hat lidarxistin, hat belavkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Danezana Konferansa li Berlîna paytexta Almanyayê ya ku bi mebesta destpêkirina agirbesta mayînde û pêvajoya sîyasî li Libyayê, hat lidarxistin, hat belavkirin.

Di danezanê de wiha hat gotin,

"Em piştevanîya avabûna hikûmeteke tek, yekgirtî, firehgir û çalak ku Meclisa Nûneran a Libyayê pesend bike, dikin. Em bangî hemî alîyên li Libyayê dikin bila pêvajoya derbasbûnê bi aweyekî giştgir û adîlane biqedînin. Em bangawazî li alîyan û piştevanan dikin, piştî destpêkirina agirbestê çalakîyên xwe yên eskerî biqedînin. Em piştevanîya avabûna pergaleke asayişa neweteyî ya Libyayeke yekgirtî ya bi îdareya sivîl, dikin.

Di Danezana Konferansa Libyayê de wiha hat gotin, "Em ji bo avakirina komîteyên teknîkî ku çavdêrî û teftîşa agirtbestê bikin bangawazî li NYê dikin. Piştî Lûtkeya Berlînê di bin hîmayeya NYê de bi mebesta dirêjepêdana kordînasyonê, em Komîteyeke Çavdêrîya ya Navneteweyî ava dikin."

Bianet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin