DANASÎN

DANASÎN

Şeyhmus Özzengin

A+A-

Min xortek naskir, awir tûj, zîrek, xwedî hest û raman û afirîner.
Pênûsa wî, ramanên wî û emrê wî di xizmeta miletê Kurd û Kurdistan de.
Xeta wî, awaza wî, rengê wî, dengê Kurd û Kurdistan bû.
Bi dehsalan hunerê xwe, germîya xwe, zîrektîya xwe xistibû xizmeta miletê xwe û bi hunermendî rewşa miletê xwe, çanda miletê xwe, avaza miletê xwe digihand Yunanîyan, digihîne dost û dilxwazên Kurd û Kurdistan.
Wek hunermendekî, rêya avê vedike û di xizmeta Kurd û Kurdistan de, denge Kurd û Kurdistan digihîne Cîhanê.
Bi dehan çalakîyên hunerî, serkevtî di eywan, ango salonên hunerî de pêkaniye.û "xizmeta Kurd Yewnanîstanê lidar xistîye û di dilê hunermendên vî welatî de germîyek ji bona Kurd û Kurdistan ava kirîye.
Ev hunermendê hêja Serhad Bapîr e.
Em cenabê wî nasbikin:

Jiyannameya huneri ya Serhad Bapir
Serhad Bapir dı sala 1964 an da lı bakûra Kurdıstanê, lı bajarê Tetwanê hate dınê.
Hê jı dıbıstana navin beşdarê têkoşina rızgarixwaza netewi ya mıletê Kurd bû. Jı ber beşdarbûna vê têkoşina politik, dı sala 1983 yan da serê wi bı cunta Tırka a wê demê ra kete belayê, lê geriyan.
Dı sala 1984 an da, wek penabereki politik, derbasê Yunanistanê bû.
Jı bo xwendına xwe ya zaningehê, jı sala 1985 a heta 1992 ya jı Enstituya Kurdiya Parisê bursê sıtand. Jı sala 1987 heta 1992 ya, beşa Nigar û Hunerên Pratik a Akademiya Hunerên Sıpehi ya Zaningeha Aristotelis a Thessaloniki da, lı atolyên Prof. Vangelis Dimireas û Dimitris Kondos xwend.
Disa jı sala 2001ê heta 2006 a, Beşa Grafikê a heman zaningehê da, lı Atoliya Prof. Ksenefon Sahinis da xwend.
Jı sala 1995 a heta 1997 an lı Navenda Kulturi ya Stavrupolis a Thessaloniki da wek mamostê resım xebıti. Jı sala 1997 an vır da dı dıbıstana navinda dıxebıte.
Jı sala 1993 an vır va endamê Komela Hunermendên Nigarkari ya Bakûra Yunanistanê ( K.H.N.B.Y. ), jı sala 1994 an û pê va, endamê Yekitiya Hunerên Nigari ya Yunanistanê (Y.H.N.Y.) û jı sala 2005 an û vır va ji endamê Yekitiya Grafikçêkerên Yunan (YGY) e. Jı sala 1985 an vır va lı Thessaloniki dıji.
Berhemên wi, dı Galeri ya Şirketa Perwerdeyi ya Makedoni ( Ş.P.M.), dı nav Cıvanbenda (Kolleksiyon) “TEXNİ” Şirketa Makedoni a Huneri Şaxê bajarê Kilkis, Cıvanbenda Enstituya Kurdi a Parisê, Cıvanbenda kovara Nûdemê lı Swedê, Cıvanbenda Sotiris Tsukalis û dı nav cıvanbendên gelek kesên dın da hene.
Ez helbestek û hinek girafîkên Serhad Bapîr, hunermendê hêja bi wer e parvedikim ku bizanibin bi sedan hunermendên Kurd li her qorzîyên dîyaspora Kurd bi hêvî di xizmeta Kurd û Kurdistan de ye.
Wan nasbikin û jibîr nekin!

serhad-bapir-2.jpgserhad-bapir-3.jpgserhad-bapir-4.jpgserhad-bapir-5.jpgserhad-bapir-6.jpg
----------------------------------------------
Hunermend

Dı bazara rewac da,
hunermend hunera xwe dıgot.
Bıhayê her tışti hebû.
Bıhayê hunerê ji,
dı dema xwe da,
tafıl dıhate dayin.

“Navê te lı dınê be”
berê dıhate gotın,
lê nıha, şan û şohret û navûdengi,
tenê bı xêra satelitan çêdıbûn.

Dı nav şıkefta tenayitiya xwe da,
gotına gotınê,
gelek zehmet bû jı bo hunermendan.

Lê dı şaneşina camekani da,
nıha hunermend dıbûn
delaliyên ber dılê nezanan
û huner ji,
dı nav serabên xelkeki şıkesti da
dıbû abideya hunermendên xesandi.

4/3/2013

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin