Damezrînerê Wîkîleaksê Assange hat desteserkirin

Damezrînerê Wîkîleaksê Assange hat desteserkirin

Damezrînerê malper Wîkîleaksê Julian Assange, li Londona peytaxta Brîtanyayê li Konsûlxaneya Ekvatorê hat desteserkirin.

A+A-

Rayedarên Brîtanî ji çapemenîyê re ragihand ku bi armanca desterserkirina Assange, daxwaz ji Konsûlxaneya Ekvatorê hatiye kirin û polês bo konsûlxaneyê hatîye vexwendin.

Jullian Assange ji sala 2012anve li Konsûlxaneya Ekvatorê dijîya, lewre di sala 2012an de gelek dokumantên Wezareta Derve ya Amerîkayê bi dest xistibû û bi rayagiştî re parve kiribû.

Dadgeha Brîtanyayê di sala 2010an de, biryara radestkirina wî bo Swêdê dabû lewre li Swêdê bi destdirêjîya bo du jinan dihat tohmetbarkirin. Piştî vê yekê jî Assenange, ji ber egera radestkirina bo Amerîkayê ji alîyê Swêdê ve, xwe sipartibû konsûlxaneya Ekvatorê.

Dadgeha Swêdê jî di sala 2017an de doza di derheqê wî de betal kiribû û Ekvatorê jî serlêdana penaberîyê ya wî erê kiribû û hemwelatîtîyê dabû wî. Bes çima ku bi parvekirinên meyyaya civakî têkilîya Ekvatorê bi welatên din re dixin metirsîyê, înterneta wî hatibû birrîn.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin