Nîmet Mumtaz Aydin

Nîmet Mumtaz Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Dalkurd tu her serfiraz bî!

A+A-

Îro Dalkurd bi maça Assyriska FF dest bi Lîga yekem a super dike. Lîga yekem a super li gor dereceya lîgên futbolê li Swêdê dibe ya duyem. Lîga herî bilind Allsvenskan e, ya duyem Lîga super e.

Dalkurd di dîroka futbola Swêdê de serkeftineke mucîzewî pêk anî. Dalkurd di sala 2004an de hat damezirand, maça xwe ya yekem di 2005an de di lîga 6an de kir. Di 5 salan de her sal bû şampîyon, di lîgeke bilindtir de lîst û di 2010an de derket lîga yekê. Heta par di lîga yekê de dilîst, par bû şampîyon derket lîga yekem ya super.

Dalkurd bi rengê xwe yê ala rengîn û bi serkeftinên xwe li her çar parçeyên Kurdistanê û di dilê her kurdekî de ciyekî taybet digre. Di dinyayê de tu dezgeheke kurdî an Kurdistanî tune di facebookê 1 330 574 şopgerê wê hebin.

Di warê hestên neteweyî de Dalkurd bandoreke gelek mezin li ciwan û kesayetên Kurd li Swêdê kiriye. Dalkurd here kîjan bajarî, jin, ciwan, pîr, kal bi def û zirne, bi alên rengîn pêşwazî lê dikin û bi kêfxweşî maçên wê temaşe dikin.

Dalkurd mirovên her çar parçeyên Kurdistanê, hemû mezheb û olên wê û hemû alîgirên partiyên Kurdistanî ku hinên wan silavê li hev nakin, dijminatiya hev dikin, di maçên xwe de tîne ba hev û dibin yek deng.

Tu her bijî Dalkurd!

Tu her serfiraz bî!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin