Dalkurd dest bi transferan kir

Dalkurd dest bi transferan kir

Dalkurdê bi daxuyaniyekê jî ragihand ku ewê 8ê meha yekê dest bi sezona nû ya dîrokî ya Superlîga Swêd (Allsvenska) bikin

A+A-

Tîma futbolê ya Superlîga (Allsvenska) Swêd Dalkurd ji bo sezona nû ya dîrokî dest bi transferên fûtbolîstên nû kir.

Dalkurd ji bo du salan bi fûtbolîstê norwecî Oliver Berg re peyman îmze kir.

Oliver Bergê 24 salî  fûtbolîstê qada navîn e. Beriya were Dalkurdê wî di tîma Odds BK fûtbolê dileyst.

Berg ragihand ku ew gelek kêfxweş bûye ku bi Dalkurdê re peyman îmze kiriye. Her weha wî ragihand ku ew Fûtbolîstek ê qada navîn e û ew dikare li her du aliyên Kêleka sahayê jî fûtbolê bileyze.
Serokê Dalkurdê Adil Kizil jî ragihand ku, Dalkurd transfereke di cîh de pêk anîye û Berg dê gelek feyde ji Dalkurdê re bîne.

Ji aliyê din ve Dalkurdê bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê 8ê meha yekê dest bi sezona nû ya dîrokî ya Superlîga Swêd  (Allsvenska) bikin.

Programa amedekariyê ya Dalkurdê ya ji beriya Sezona futbolê dest pê bike wisa ye

08-01-2018 – Civîna yekem ya ji bo sezona nû

27-01-2018 – Maça amadekariyê: Li deplasmanê (Stockholm) bi IK Frej re   Saat 14.00

03-02-2018 – Maça amedekariyê: Li saha xwe bi  Djurgårdens IF re

04-02-2018 – 11-02-2018 destpêkirina qampa amedekariyê (cî hê ne diyar e

QUPA SWÊD (Svenska Cupen)

18-02-2018– Svenska Cupen: Deplasman Malmö FF,  Saat 17.00

25-02-2018 – Svenska Cupen: Deplasman(Stockholm) IF Brommapojkarna, Saat 15.00

04-03-2018– Svenska Cupen: LI saha xwe Gefle IF, saat 17.00

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin