DAIŞê dixwaze 40 ton zêr û bi milyonan dolar ji Baxozê derîne

DAIŞê dixwaze 40 ton zêr û bi milyonan dolar ji Baxozê derîne

Çalakvanên Sûriyê îdia dikin ku, da ku endamên xwe ji herêmên dorpêçkirî derînin, DAIŞ digel HSDê hevdîtinan dike. Lê HSDê ev agahî nepeyitand.

A+A-

Dengê Amerîka belav kir ku çalakvanên Sûriyê dibêjin,  da ku endamên xwe ji herêmên dorpêçkirî derînin, DAIŞ digel HSDê hevdîtinan dike.

Rami Abdulrahmanê Serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan a ku nêzîkî rejîma Esedî ye û Omer Ebu Leylayê ku geşedanên li Dêrazorê dişopîne dibêjin, armanca vê operasyonê HDSê ev e ku endamên DAIŞê nêzîkî sînorê Iraqê veguhezînin. Herwiha Rewangehê îdia kir ku endamên DAIŞê dixwazin, 40 ton zêr û bi milyonan dolar jî, bi xwe re veguhezînin.

Rêxistina 'Deng û Wêne' ya ku çavdêriya herêmên di dest DAIŞê de dikin îdia kir ku li ser veguhestinê li hev kirinek heye. Li gor vê rêkeftinê, DAIŞ dê aqûbeta dîlên di dest wê de eşkere bike û hin çekdarên pilebilind, teslîmî HSDê bike lê van hurgiliyên vê planê ji aliyê HSDê ve nehat erêkirin.

Li aliyekî din Hevpeymana Navdewletî ya ku Amerîka serpereştiya wê dike ragihand, ber bi keleha dawîn a DAIŞê pêşdeçûneke hêdî û bi awayekî metodolojîk heye. Berdevkê Hevpeymanê Sean Ryan got, hê zû ye ku rave bikin ku ev operasyon dê kîngê bi dawî bibe.

(Werger ji WOA)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin