DAIŞê, 8 leşkerên Sûrîyê kuştin

DAIŞê, 8 leşkerên Sûrîyê kuştin

8 leşkerên hikûmeta Sûrîyê, di êrîşek çekdarên DAIŞê de li Dêrazorê hatin kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kirîye,  serê sibeha roja 21.06.2020ê çekdarên DAIŞê li çolên Dêrazorê êrîşî bingehên artêşa Sûrîyê kirin û şerek dijwar di navbeyna her du alîyan de derketîye. Ligor Rewangeha Sûrî di encama şer de, 8 leşkerên artêşa Sûrîyê hatin kuştin  û 3 jî bi dîl ji alî çekdaran ve hatine girtin.

Rewangehê belavkirîye, ji 24ê Adarê ve û heta niha zêdetir ji 570 leşker û çekdarên ser bi rejîma Sûrîyê ve, di êrîşên çekdarên DAIŞê de li çolên Dêrazorê, Reqa, Hûmis û Swêda hatine kuştin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin