DAIŞê 14 jinên ji bajarê Siwêdê revandin

DAIŞê 14 jinên ji bajarê Siwêdê revandin

Çekdarên DAIŞê ji piştî encamdana teqîna li bajarê Siwêdê, 17 kes revandin ji nava wan 14 jin in.

A+A-

Çalakvanên Siwêdê li tora civakî belav kirin, çekdarên DAIŞê piştî encamdana teqîna li wî bajarî êrîşî gundê Şebekî yê li rojhilatê bajêr kir û 17 kes revandin, ji nava wan 14 jin in.

Çalakvanan di “Hashtagekê” daxwaz kirin, ku ew jin ji destê çekdarên DAIŞê bêne rizgarkirin.

Li gor pêgeha “Suwayda24” çekdarên DAIŞê roja 26ê vê mehê êrîşî gundê Şebkî kiribûn û 53 kes kuştibûn û nêzîkî 30 welatiyên wî gundî revandibûn.

Roja 26ê vê mehê çekdarên DAIŞê teqînek li bazareke bajarê Siwêdê pêk anîbûn, di encamê de nêzîkî 250 kesî hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Bajarê Siwêdê li başûrê Sûriyê nêzîkî sînorê Urdinê ye û xelkê wê ji pêkhateya Diriziyan e û ji destpêkê krîza Sûriyê vex we nexistibû nava krîza wî welatî û parastî mabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin