Dadgehê 9 sal û 4 meh cezayê zîndanê li Mizrakli birî

Dadgehê 9 sal û 4 meh cezayê zîndanê li Mizrakli birî

Şaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli ku ji kar hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wî hatibû danîn, bi 9 sal û 4 meh û 15 rojên zîndanê hat cezakirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli ku ji ber îtîrafkarîya Hicran Berna Ayverdî ev 140 rojbûn hatibû desteserkirin, li 9emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê danişêna doza wî birêve çû.

Mizrakli beşdarî danişînê nebû. Dozger ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji Mizrakli re dixwest.

Parêzerên Selşuk Mizrakli, Zulal Erdogan, Mehmet Emin Aktar, Cihand Aydin û Muhsin Bilal piştî parastin wî kirin, lijneya dadgehê biryara xwe dîyar kir.

Dadgeha Amedê bi hinceta “endamtîya rêxistinê” 9 sal, 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Şaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli birî. 

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin