Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana Roboskiyê red kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana Roboskiyê red kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi hinceta ku parêzaran du rojan bi derengî belge ji Dadgeha Destûra Binhegîn a Tirkiyeyê re şandiye, serlêdana ji bo qetlîama Roboskiyê red kir.

A+A-

Hiqûqnasê mafên mirovan û akademîsyenê îxrackirî yê Zanîngeha Enqereyê Kerem Altiparmak li ser hisabê xwe yê Twitterê ragihand ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana ji bo qetlîama Roboskiyê red kiriye.

Altiparmak ji bo sedema redkirinê ya serlêdanê jî got, ji ber ku parêzeran du rojan bi derengî belge şandine Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê.

 

Kerem Altiparmak di peyama xwe ev tişt gotin:

"DMMEyê di biryara xwe ya Encu/TRyê de bi sedema ku parêzeran du rojan bi derengî belge şandine Dadgeha Destûrê (AYM), qetlîama Roboskiyê ya ku têde bi piranî zarok 34 kes hatibûn qetilkirin, avêt ser sergoya dîrokê. Divê êdî navê dadgehê wekî Dadgeha Nayê Qebûlkirin a Ewropayê were guhertin, ji ber ku tişta herî baş dike, ev e! Di doza Roboskiyê de bi qasî bêedaletiya Dadgeha Destûrê û DMMEyê ti tiştî canê min neêşand. Dilê min dişewite. Zar û zêç, bi tevahî 34 kes hatin qetilkirin. Di nav 7 salan de ti tiştek nehat kirin. Niha ew 7 sal hatin jibîrkirin, ji berk u parêzer 2 rojan dereng man, doz hat redkirin. Gotineke ku ez bibêjim, nabînim!"

Altiparmak di peyameke xwe ya din a Twitterê de jî got, ew sedema derengketina parêzeran nizane lê wan parêzeran ji bo derengmayînê rapora nexweşxaneyê jî biriye lê ew rapor nehatiye qebûlkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin