Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Divê Demîrtaş were azadkirin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Divê Demîrtaş were azadkirin

.

A+A-

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)  îro roja sêşemê 22.12.2020an derbarê dosyeya Selahattin Demirtaş, hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de biryar da û ragihand ku divê demildest were berdan.

Selahattin Demirtaş ku di çarçoveya “lêpirsîna terorê” de, ji roja 4ê Mijdara 2016an ve hatiye girtin û zêdetirî 4 salan e di girtîgehê de ye, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê îro derbarê wî de biryara xwe da.

Mahsunî Karaman, parêzerê Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê eşkere kir û ragihand ku DMME di biryara xwe de dibêje  “pêwîst e Demîrtaş vê gavê were azadkirin.”

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaza azadkirina Demîrtaş dike û dibêje: “Demîrtaş li derveyî yasayê hatiye girtin.Herdu dadweran Demîrtaş li derveyî yasayê hukim kiriye.Ti belge nîne tawanbarbûna Demîrtaş tekez bike.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêştir di 20ê Mijdara 2018an de biryara azadkirina Demirtaş daye, lê belê dadgeha Tirkiyê roja 4ê Kanûna heman salê di dosyeyeke din de bi tometa "propagandaya ji bo PKKê", biryara zindanîkirinê bo Demirtaş derxist û bi vê yekê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Demirtaş nehat cîbicîkirin.

Demirtaş tevî ku di zindanê de ye jî, bi awayekê berdewam desthilata AK Partiyê rexne dike û di vê baweriyê de ye, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di siyaseta navxwe û derve de tengav bûye û baca têkbirina proseya çareseriya pirs Kurd dide. Demirtaş çendîn caran ragihandiye, hikûmeta AK Partiyê roleke mezin hebûye di têkbirina proseyê de.

Herwiha heta niha çend caran daxwaza azadkirina Selahattin Demirtaş hatiye kirin. Li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, diviyabû Demirtaş bê azadkirin, lê belê tevî ku ew biryar hene û tevî rewşa tendirustiya wî û metirsiya pandemiya Koronayê ku metirsiya li ser jiyana wî di anva zindanê de zêdetir kiriye, Demirtaş hêj nehatiye berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin