Dadgeha Federal ya Iraqê  derheqê referendûmê de biryar da

Dadgeha Federal ya Iraqê derheqê referendûmê de biryar da

Dadgeha Federal ya Iraqê: Em nikarinên bêjin ku referendûm ne qanûnî ye.

A+A-

Berdevkê Dadgeha Federal ya Iraqê Eyas Samûk bi daxuyanike bo çapemeniyê biryara serdana serokwezîrê Iraqê ya derbarê referendûma Kurdistanê de diyar kir ku ew nikarin bêjin ku referendûma Herêma Kurdistanê ne qanûnî ye.

Samûk got bo ew karibin biryarekê bidin, divê ew li birêvebirên Herêma Kurdistanê jî guhdarî bikin.

Weke tê zanîn serokwezîrê Iraqê Heyder Abadî referendûma Herêma Kurdistanê ne meşrû îlan kiribû û serî li Dadgeha Federal  dabû ku ew jî referendûma serxwebûnê ne qanûnî îlan bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin