Dadgeha Brîtanyayê biryara radestkirina damezrînerê Wikileaksê derxist

Dadgeha Brîtanyayê biryara radestkirina damezrînerê Wikileaksê derxist

.

A+A-

Dadgeha Bilind a Brîtanyayê biryara radestkirina bo Amerîkayê ya damezrînerê Wikileaksê Julian Assange ragihand.

Hikûmeta Amerîkayê ji bo radestkirina Julian Assange serî li Dadgeha Bilind a Brîtanî dabû û dadgehê jî biryara redkirinê ya dadgeha herêmî ya radestnekirina Assange betal kir ku êdî wê Assange bo Amerîkayê were radestkirin.

Julian Assange ji ber ku di Wikileaksê de belgeyên nepen ên rêveberiya Amerîkayê di salên 2010-2011 de belav kiribûn bi sîxurtiyê hatibû tohmetbarkirin û xwe radestî balyozxaneya Ekvador a li Brîtanyayê kiribû. Li Amerîkayê ji bo Assange heta 175 salan ceza tê xwestin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin