Dadgeh: Afîşa perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e!

Dadgeh: Afîşa perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e!

Dadgeha Destûrê, cezaya pere yê ji ber afîşên "perwerdeya zimanê dayikê" li endamên Egîtîm Senê birîbû, xirab kir û ev wekî îhlala mafê sendîkayê pênase kir. Di biryarê de hat gotin ku "Di afîşê de tu tiştê delîla sûc bide nîşan nehatiye dîtin."

A+A-
Beşa Duyemîn a Dadgeha Destûrê, cezaya pere yê ji ber afîşên "perwerdeya bi zimanê zikmakî" li endamên Egîtîm Sena Batmanê Abdulvehap Can, Ender Onur Kuntaş û Şaxa Egîtîm Sena Batmanê birîbû, xirab kir, ev wekî binpêkirina mafê sendîkayê dît.
 
Şaxa Egîtîm Senê ya Batmanê, KURDÎ-DER û Rêxistina BDP'ê ya Bajêr, di serdema perwerdeyê ya sala 2013-2014'an de, li 15 bîlbordên bajêr afîşên "Perwerdeya zimanê dayikê" daliqandibû. Waliyê Batmanê di 9'ê Îlona 2013'an de der barê Egîtîm Senê û 8 mamosteyan de bi îdiaya "Qanûna qebehetê binpê kirine" hezar û 500 lîre cezayê pere li hîndekaran birîbû. Hîndekaran ji biryarê re itiraz kiribûn.
 
Egîtîm Sen û 8 hîndekaran serî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê dabû û xebatên afîşan wekî xebateke sendîkayî dabûn nîşan û ji biryarê re itiraz kiribûn. Dadgehê di 17'ê Çileya 2014'an de serlêdana itirazê red kiribû. Li ser vê hîndekaran bi tekakesî serî li Dadgeha Makeqanûnê dabûn.
 
Dadgeha Makeqanûnê piştî dosya lêkolîn kir, Şaxa Egîtîm Sena Batmanê, mamoste Abdulvahap Can û Ender Onur Kuntaş mafdar dît. Dadgeha Makeqanûnê di 8'ê Mijdara 2017'an de biryara xwe aşkera kir, da zanîn ku mafên sendîkayî hatiye îhlalkirin û îdiaya heyî dikare bê qebûlkirin, li gorî xala 51'an a Makeqanûnê mafên sendîkayî hatiye îhlalkirin.
 
Dadgeha Makeqanûnê xwest 2 hezar û 6 TL lêçûnên xerç û vekaletê bi hevparî Abdulvahap Can, Ender Onur Kuntaş û Egîtîm Senê bê belavkirin. Serlêdana mamoste Îdrîs Solmaz jî bi hinceta "demboriyê" hat redkirin.
(ma)
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin