DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin

DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin

.

A+A-

DAD û DEDEF’ê têkildarî neviyê Seyît Riza Mûrat Yildiz ê hat diyarkirin ku li navçeya Pulurê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest daye daxuyanî da û diyar kirin ku ji sala 1938’an ve komkujî berdewam dikin. 
 
Navênda Giştî ya Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) û Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) têkildarî neviyê Seyît Riza, Mûrat Yildiz ê hat diyarkirin ku li navçeya Pulurê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest daye daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
BÊCEZATΠ

 
DEDEF’ê diyar kir ku sivîlekî din jî di encama operasyon û pevçûnên li bajêr jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ev operasyon mafên me yê jiyanê ji destê me digirin. Ji ber ku ev peywîrdarên fermana van operasyonan didin, bi rê ve dibin nayên darizandin, bi hêsanî êrişî sivîlan dikin. Em dixwazin ku derbarê kesên berpirsyar de lêpirsîn bê destpêkirin û têkildarî hemû pêvajoyan gelê Dersimê bê agahdarkirin.”
 
‘KOMKUJÎ BERDEWAM DIKIN’
 
Navenda DAD’ê jî têkildarî bûyerê wiha got: “Ligel 84 sal derbasbûne jî hêj malbata Seyît Riza rastî komkujiyê tê. Ji sala 1938’an ve hêj komkujî berdewam dikin. Li ser canên Dersimê yên heqîqetê digerin hêj jî bi awayekî sîstematîk zilm berdewam dike. Dema dema dest dayîna hev e. Ji bo ku bersûc bên dîtin û darizandin, ciwanên din neyên windakirin, dayik negirîn divê her kes li cihê ku lê ye deng bide û bibe şopdarê vê dozê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin