D A N A S Î N: Fewzî Bîlge

D A N A S Î N: Fewzî Bîlge

Şeyhmus Özzengin

A+A-

Ji ber boranên siyasî, huner, di nav kurdan de, di nav Kurdistanîyan de bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasêyek mezine di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê de. 

 

fewzi-bilgi.jpg

Miletê kurd, miletekî bindest, Kurdistan welatekî dagirkirî, dabeşkirî û di nav gola xwînê de liber xwe dide. Divêtîya miletê Kurd, divêtîya Kurdistan bi her cûre piştegirîya kar û xebatên siyasî, hunerî, danasîna têkilîyên dîplomatîk heye. 

Di vî warî de beşek jî dikeve para hunermend, wêneçêker û pêkersazên kurd. Siyaseta hişk, ji estetîk û afirînerîyê dûr serkevtî nabe. Ji ber wê jî dewsa çakuçê pêker, nirxên ku ji ber firça wênesaz ku bi derya rengan derdikeve ber me girînge. Mixabin kurdan girîngî nedaye vê beşa afirîner û di warê estetîkê de, nekirîye referans ji xwe re. Ew tenê, sêwî û jibîrkirî hiştinê.. 

Hunermendên me jibîrkirî, bêpiştgirî, bi hunerê xwe liberxwe didin. Mixabin, keda van hêjayan wek girêkek kor di qirika wan de sêwî û bê xwedî, bê piştgirî maye. Ji ber boranên siyasî, huner, di nav kurdan de, di nav Kurdistanîyan de bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasêyek mezine di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê de. 

Piştî danasîna hunerê Serhad Bapîr û Zoro Metînî, min biryar da ku Fewzî Bîlge, kar û xebatên vî hunermendê mutewazî, hêja jî, bi xwendevanan re bidim naskirin.

fewzi-bilge1.jpg

Hêja Fewzî Bilge, kesayetîyek ji fîgurên jiyana qirnê me yê Kolanên Qosera Mêrdîn e. Xortekî mutewazî, ewîndarê çand û azadîya welatê xwe bû. Wek ku ew dibêje, Fewzî Bîlge; “ew nexweşê çanda Kûrdî” bû. 

Cara dawî, di nav tofanên cunta Leşkerî ya sala 1981an de li Stenbol em lihev rast hatibûn. Salên reş, tofana ser keç û xortên kurdan, di warekî barbarî de bû. Me hev hinbêz kir û carek din nebû nesîb ku em hevûdû bibînin. Lê her hayê me ji hev hebû.. 

fewzi-bilge3.jpg

Mixabin gengeşî û alozîyên siyasî, hişkîya berjewendîyên partîzanî, bandora neyênî li ser kar, ked û xebatên wek her hunermendê Kurd, li ser hunermend Fewzî Bîlge jî kirîye. Bûye sebeb ku siyaset, para xwe a estetîkê, referansa xwe ji huner, ji hunermend û berhemên wan negire. Di vî warî de hunermend Fewzî Bîlge bi neştera hunermendan dadikeve qadê û eşkere dibêje: 

“Ne zanyarî, ne teknolojî, ne sîyaset, ne çand, ne ziman û ne jî tiştekî din, ger referansê xwe ji huner, hunermend û berhemên hunerî negire, şensa wan tune ne dikare pêş ve bikeve, ne dikare xwe bi hêla jîyanê ve bigire.” F.B 

Hunermendê me, hêja û mutewazî, her bi hêvîyekê dijî û berhemên xwe tomar dike. Dîbêje; 

belkî rojekê ez wêneyekî bîwênim ku hemû dinya Kurda bi wêneyî nasbikin û hesbikin.“ Bi hêvîya ku hunermend û nivîskarê çanda Kurdî, Fewzî Bîlge rojekê bigîhê xwezîya xwe. 

fewzi-bilge1-001.png

Kar û xebatên Fewzî Bîlge yên hunerî, em dikarin bêjin; „bi fîguratîfek Exspresyonîst hatine nexşandin. Di her xeta Fewzî Bîlge de êşek, hêvîyek û bandorek çanda Kurd û Kurdistan heye.

fewzi-bilge2.png

Di warê hunerê Fewzî Bîlge de E. Roniar di pirtûka xwe de li ser xeta hunerê Fewzî Bîlge van nirxan tîne ziman: 

Huner bi teva neyênîya Andy Warhol û sazûmana ku her tiştî dizîvirîne berjewendîyên xwe, dîsa xwe gîhandîye dema me. Bi saya wêneyên Fewzî Bilge, hunerê tekanebûna xwe cardin daye der û xwe kirîye. Huner ji bandora neyênînên Andy Warhol rizgar kirîye. Hunerê bi saya berhemên Fewzî Bîlge êdî dest bi rêwîtîyeke kirîye. Ev rêwîtî ji hunera hemdem derketîye û hunera hemdem di wêneyên de didome.“ E. Ronîar, Geometrîyên Rengên Şikestî /rpl. 136 

 

 

FEWZÎ BÎLGE ye? 

Werin em bi hev re şervanê huner û çanda Kurdî bi hev re nas bikin 

Fewzî Bîlge di sala 1962’de li Dêrika Mêrdînê ji dayik bûye 

Malbatê bi çêbûna re koçî Qoserê kirine û heya lîse qedandîye li vir jîyaye. Piştî malbatê vêca koçî Stembolê kirine û li vir xwe bi du zanîngeha awiqandîye û bêtir guhdaye hunerê şêwekarî 

Berê li Stembolê gelek pêşangeh lidarxistine. Piştre li bajarên Edene, Antalya, Îzmîr, Amed, Mêrdîn, Batmanê û piştre li Elmanya li bajarê Selê pêşangeh lidarxistine. Li Batmanê kargehek hunerê şêwekarî vekirîye û li kargehê de di nava 15 salan de gelek nivîskar û wênesaz gihane 

Ji bilî wênesazîyê hunermend xwedî gelek berhemên edebîye . Heya nuha deh pirtûkê (çîrok, helbest,roman) çapbûne 

Piştî malnîşîn ji eşqa felsefeyê du salan felsefe xwend û ji ber sedemên tendurîstîyê mecbûr ma dev ji xwendinê berde 

Hunermend bi şêweyekî azad dixebite. Berê tenê bi boyaxa zeytî wêneyên xwe diwênandin. Dûre boyaxa avî ceriband û anuha bêtir bi boyaxa avî wêneyan diwêne. Razber an şênber çi biwêne teqez bêhn, reng û çêja Kurd û Kurdayetîyê ji berhemên . Ew nexweşekî çanda Kurdaye ji loma bedewîyê layiqî wan dibîne. Tim û tim wan bedew diwêne û hemû bedewîyê li wan bardike 

Pênc salên dawî li Amedê dijî û hîn tenê dinivîse û diwêne. Û dibê belkî rojekê ez wêneyekî bîwênim ku hemû dinya Kurda bi wêneyî nasbikin û hesbikin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin