Cureya Nû ya Vîrusa Korona li Japonya jî Hat Dîtin

Cureya Nû ya Vîrusa Korona li Japonya jî Hat Dîtin

.

A+A-

Wezîrê Saxlemî yê Japonya Norihisa Tamura dîyar kir ku li welatê wan jî cureya nû ya vîrusa korona hatiye dîtin.

Cureya nû ya vîrusa korona cara pêşî di 13’ê Berfanbarê de li Kent ya li başûrê Brîtanya hatibû tespît kirin.

Tamura da zanîn ku wan cureya nû ya vîrusa korona li ser pênc kesan tespît kiriye û da zanîn ku ew bi firokeke ji Brîtanya rabûye derbazî Japonya bûne.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dibêje ku çêbûna cureya nû ya vîrusa korona normal e û dide zanîn ku ew vîrus ne kujertir e.

Piştî tespîtbûna cureya nû ya vîrusa korona ya li Brîtanya welatên Ewrupî û Tirkîye, Erebistana Saudî, Îsraîl û hin welatên din rêwîtîyên ji Brîtanya rawestandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin