Cureya Nû ya Vîrusa Korona li Amerîka jî Hat Dîtin

Cureya Nû ya Vîrusa Korona li Amerîka jî Hat Dîtin

.

A+A-

Walîyê Colorado Jared Polis ragihand ku cureya nû ya vîrusa korona, ku berê li Brîtanya hatibû tespît kirin, roja Sêşemê li eyaleta wan jî hatiye dîtin.

Bi vî awayî ew cureya nû ya vîrusa korona cara pêşî li Amerîka hat tespît kirin.

Jared Polis dîyar kir ku ew derbarê wê vîrusê agahîyên berfireh nizanin û bi bîr xist ku pisporên Brîtanî dibêjin ku ew cure li gor ya din pirtir û zûtir belav dibe.

‘’Em berî her tiştî bala xwe didin ser ewlekarî û saxlemîya kesên li Colorado dijîn. Emê vê pêketinê ji nêz ve bişopînin.’’ Jared Polis got.

Karbidestên saxlemîyê dibêjin ku wan cureya nû ya vîrusa korona li Elbert ya Denver li ser mêrekî di salên 20’î de dîtiye.

Berpirsên saxlemîyê yên Colorado dîyar dikin ku vaksîn dijî wê cureya nû ya vîrusa korona jî berevanîyê çêdike.

Piştî lêkolînên li Laboratuvara Eyaleta Colorado, Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ser vîrusê hat agahdar kirin.

Bi cureya nû ya vîrusa korona re, CDC dijî rêwîyên di Noelê de ji Brîtanya têne Amerîka tedbîr berfîreh kirin ku di wan de negatîfbûna testa vîrusa korona jî heye.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin