Çûna Canpolatan ber bi dewletbûnê ve

Çûna Canpolatan ber bi dewletbûnê ve

Murad Ciwan

A+A-

“Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!”

 

Kuştina Mîr Husên Canpolat, her çendîn Alî Begê biraziyê wî, wek miteselim û wekîl li ciyê wî bû jî, valahiyeka desthilatdariya siyasî xist eyaleta Helebê.

 

Wê demê yên wek Naîma û lêkolerên niha li ser dewra piştî Husên Paşa radiwestin. Bi taybetî Prof. Dr. William J. Griswolld di teza xwe ya doktorayê a bi navê The Great Anatolian Rebellion de, li ser vê serîhildanê û encama wê ya trajîk rawestiyaye.

 

Piştî mirina Husên Canpolat, paytextê desthilat dewrî warisên wî nekir. Ji bo begêbegantiya Helebê yekî bi navê Husên Paşa qaymeqam (cîgir) hat tayînkirin, Alî Beg bêmeqam ma. Ferhad Paşayê ku ketibû şuna Cağala Sinan Paşa hêvî dikir ku Husên Paşa li ser riya xwe ya Helebê waliyê Adanayê Cemşîd jî ku serî hildabû îdam bike. Lê Cemşîd zûtir tevgeriya û bi êrîşekê Husên Paşa di rê de kuşt. Ev ji bo Alî Canpolat jî bû derfeteka mezin.  Alî Beg de facto li ser desthilatê ma, paytextê jî ji ber krîz û hevrikiyên nav xwe rewş qebûl kir.

 

Sultan Ahmedê I. hê di dereceya zaroktiyê de gênc û li serayê bi cariyan re di nav kêf û henekan de bû. Wezîr û paşayên baskên cuda li ser riya hev dafik datanîn û li dor hev dibizivîn ji bo bidestxistina desthilatê û tasfiyekirina hev.

 

Li deverê jî hevrikî hebûn. Osmaniyan Seyfoğlu Yusufê tirkmanê hakimê Trablusşamê, li hemberî Canpolatan pîj dikir. Li Anadoluyê serîhildanên Celaliyan hebûn. Li Şamê paşayê osmanî Seyyid Mihemed Paşa, li Libnanê Faxreddîn benî Maanê durzî bû.

Alî Beg xwest tola apê xwe hilîne, lê Cağalazade zû mir. Ew xwedî li mîrasê apê xwe derket, endamên xanedaniyê û kurda ev maqûl û şer’î dît, li dor wî civiyan.

Ew yekî camêr, mêrxas û karîzmatîk bû. Vê hişt ku ew bi taybetî ji nav eşîr û mîrên tirkman û ereb ên dora xwe hevkar û pêgirtiyên nuh bibîne.

 

Ew pêgirê sadiq ê Sultan bû, lê şerê wî bi aqilmendên keysperest û zordar ên dora wî re bû. Di şeş mehên ewilî de wî li gel rêveberiya Kilîsê û Helebê, siya desthilata xwe gihand derûdorê jî.

Paytextê, bi hêvîya ku bêyî çûna orduya osmanî ew biserkeve, desthilata mala Canpolatan ji ser eyaleta Helebê rake Seyfoğlu derxist hemberî wî. Lê Canpolat zûtir tevgeriya, êrîş bir ser wî, Seyfoğlu têkçû, ji meydana şer reviya Trablusşamê. Hevkar û hevpeymanên wî derbasî alî Alî Beg bûn. Alî Beg hevkarî Faxreddîn benî Maan (emîrê durziyan) re best da Seyfoğlu ji navê rakin. Pismamê Alî Beg Derwêşê kurê Hebîb Beg çû ser Trablusşamê, bajar hat zeftkirin. Bi vê re mîrên kurd, ereb û tirkman bi Alî Beg ve hatin bestin. Paytextê bi şertê ku bacên xwe bide efuya Canpolat derxist.

 

Seyfoğlu bi dizî hat Şamê da şerê Canpolatan bike. Alî Beg û Faxreddîn dor li Şamê girt, sê rojan bajar talan kir. Seyfoğlu 100 hezar akçe rişwet da qadiyê Şamê û bi dizî reviya. Qadî 25 hezar akçeyên din jî xist serê û ew dan Alî Beg da ji bajêr vekişe. Wî dorpêça ser bajêr rakir, bazar vekirin, serbestî da bazirganên deverê û yên ewropî.

 

Ew li pey Seyfoğlu çûn ku pena biribû Hisni’l Ekradê, wan dor lê girt, Seyfoğlu bi şertên lihevhatinê xwe da dest. Ew li hev hatin, wan jin dan hev û xizmayetî durust kirin. Alî Beg, Emîr Faxreddîn û Seyfoğlu bûn hevkarên hev û hakimên hemî Sûriyeyê. Xurttirînê wan, bêguman Alî Canpolat bû.

 

Osmanî mecbûr man di îlona 1606an de begêbegantiya Alî Beg a Helebê resmî qebûl bikin. Ew bû paşa. Paytext hem di şerên Ewropayê de têk diçû hem di nav xwe de jî di hevrikiyên mezin de bû. Li gor paytextê xeterên ji yên li Helebê mestir hebûn, diviya ew bi awayekî demkî be jî bihata aşkirin.

 

Hêdî hêdî Alî Paşa desthila xwe li ser begêbegatiya Helebê geştir kir, damû dezgeyên bi wî awayî, dîwan, xezîne, ordu, budçe, bac û xerac wergirtin, têkiliyên bi bazirgan û diplomatên ewropî re, bi yên xeyrê mislim ên deverê re, bazirganiya hevrîşm a di ser Îranê re, mihaweleyên pêwendîdanîna bi Şah re ji bo hevkariyên rojên pêş dikir.

 

Lêkoler di wê baweriyê de ne ku ew hat wê qonaxê ku rengekî ji rengên dewleteka serbixwe ji desthilata wî xwe da der. Eger armanceka wî ya dewleta serbixwe tunebe jî muhtemelen wî çavê xwe berdabû statuyeka wek yên hukumetên serbixwe yên Kurdistanê ên nav dewleta osmanî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin