CPJ: Rojnamegerên girtî demildest azad bikin

CPJ: Rojnamegerên girtî demildest azad bikin

.

A+A-

Gulnazo Seîd, Koordînatora Bernameya Ewropa û Asya Navîn a Komîteya Parastina Rojnamegeran têkildarî 16 rojnamegerên Kurd ên li Amedê hatibûn girtin daxuyanî daye û xwestiye rojnameger demildest bên berdan.

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) têkildarî 16 rojnamegerên duh (16ê Hezîranê) li Amedê hatibûn girtin, daxuyaniyeke nivîskî daye.

CPJê bi bîr xistiye ku di 8ê Hezîranê de 22 kes hatine desteserkirin û gotiye, "Divê rayedarên Tirk demildest 15 rojnameger û xebatkarekî çapemeniyê serbest berdin."

Koordînatora Bernameya Ewropa û Asyaya Navîn a CPJê Gulnoza Saîd jî di daxuyaniyekê de ji rayedarên Tirk xwestiye ku “rojnamegerên ku bê sedem li Amedê hatine girtin divê demildest were berdan”.

Seîdê derbarê mijarê de weha gotiye:

“Divê Tirkiye dest ji girtina rojnamevanên bi delîlên kêm û hincetan berde û darizandina bi awayê girtî weke rêbaza cezakirinê bikarnehîne.”

Çi bûbû?

Li Amedê di 8ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Sedozgeriya Komarî ya Amedê dabû destpêkirin de 22 rojnameger hatibûn desteserkirin. Ji wan 16 rojnameger hatine girtin.

Rojnamegerên ku hatine girtin ev in:

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JinNewsê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnmeger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu.

Her weha dadgehê, rojnameger Esmer Tûnç, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî serbest berdabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin