CPJ: Divê Malezya rojnamevanê kurd Hembervan Kose azad bike

CPJ: Divê Malezya rojnamevanê kurd Hembervan Kose azad bike

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku rojamevanê kurd Hembervan Kose, ji alîyê karbidestên Malezyayî ve di 7ê Berfanbarê de li firîngeha Kuala Lumpur hatîye desteserkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- CPJ ji zarê karbidestên Malezyayî radigihîne ku desteserkirina Kose ji alîyê hikûmeta Sûrî ve, jiber xebatên wî yên rojnamevanî hatîye xwestin.

Herwiha CPJ ji Malezya dixwaze ku sedema desteserkirina Kose eşkere bike û di demeke kin de wî azad bike.

Rojnemevan Ciwan Soz dibêje ku ev şeş roj in ku ew ti agahî ji Kose wernagirin û ew jî cîhê tirsê ye.

Ciwan Soz got:“Hembervan rojnamevanekî serketî ye û di malperên navdar de li ser rojava û mijarên girêdayî kurdan dinivîse. Divê ew demûdest were berdan.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin