Covid-19: Li seranserê cîhanê 5 milyon û 910 hezar kes bi nexweşîyê ketine

Covid-19: Li seranserê cîhanê 5 milyon û 910 hezar kes bi nexweşîyê ketine

Heta niha li seranserê cîhanê hejmara pêketîyan gihîştîye 5 milyon û 910 hezar û 720 kesan. 362 hezar û 124 kes jî mirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Heta niha li seranserê cîhanê hejmara pêketîyan gihîştîye 5 milyon û 910 hezar û 720 kesan. 362 hezar û 124 kes jî mirine.

Li Tirkîyeyê jî test ji bo milyon û 928 hezar û 209 kesan hatîye kirin. 16 hezar û 979 kes bi nexweşîyê ketine. 4 hezar û 461 kes mirine.

DYA

Li gorî daneyên ku malpera “Worldmeter”ê parve kirine, li DYAyê hejmara pêketîyan gihîştîye milyon û 757 hezar kesan. Heta niha 102 hezar kes mirine. 495 hezar kes jî piştî dermankirinê baş bûne. New York amadekarîyan dike k udi Hezîranê de qonaxa yekem a asayîbûnê bide destpêkirin. Li gorî vê planê wê hin kargeh û market werin vekirin.

Brezilya

Welatê duyem e ku herî bandora koronavirusê ango Covid-19ê lê bûye. Heta niha 418 hezar û 608 kes bi vê nexweşîyê ketine. 25 hezar û 935 kes mirine. Li welêt 166 hezar û 647 kes baş bûne. Hemşîre li cîhanê herî zêde li Brezilyayê mirine.

Li Rûsyayê 8 hezar û 371 kesên din bi Covid-19ê ketine û hejmara pêkitîyan gihîştîye 379 hezar û 51ê. 4 hezar û 142 kes jî mirine. Hejmara kesên ku piştî dermankirinê baş bûne gihîştîye 150 hezar û 993 kesan.

Li Îspanyayê hejmara pêketîyan bûye 284 hezar û 986. Hejmara mirîyan jî gihîştîye 27 hezar û 119 kesan. 196 hezar û 958 kes baş bûne. Nûçegîhanên fotografan bi hinceta ku ji ber şewbê mafên wan ên wergirtina nûçeyan û karkirinê hatîye sînorkirin li ber sazîya La Ligayê û avahîyên klubên sporê çalakîyek li dar xistine.

Li Ingilistanê hejmara mirîyan gihîştîye 37 hezar û 837 kesan. Heta niha 269 hezar û 127 kes bi vê nexweşîyê ketie. Hatîye aşkerekirin ku Premier Lig wê di 17ê Hezîranê de dest pê bike. Alîgirên tîman wê nikaribin biçin stadan û li yarîyan temaşe bikin.

Li Îtalyayê 70 kesên din mirine û hejmara mirîyan gihîştîye 33 hezar û 142 kesan. 231 hezar û 732 kes bi nexweşîyê ketine. Hejmara kesên ku baş bûne gihîştîye 150 hezar û 604an. Hatîye aşkerekirin ku wê Seria A di 20ê Hezîranê de dest pê bike.

Li Fransayê hejmara mirîyan gihîştîye 28 hezar û 662 kesan. 186 hezar û 238 kes bi nexweşîyê ketine. Hejmara kesên ku baş bûne gihîştîye 67 hezar û 191 kesan. Claude Goasguen parlamentere Partîya Komarparêzan (LR) ji ber Covid-19ê mirîye. LR partîyeke rastgir û navendî ye. Li Fransayê qonaxa duyem a sistkirina tedbîran dest pê kirîye.

Belçîka

Li Belçîkayê wê di 2yê Hezîranê de kreş, di 8ê hezîranê de hemû dibistanên seretayî bên vekirin. Dadgehekê sê meh ceza li kesekî/ê birîye ku tû kirîye ser ruyê kesekî/e din.

Li Bosna Hersekê Mall hatine vekirin. Li Makedonyaya Bakurî restoran û kafe careke hatine vekirin.

Andres Manuel Lopez Obrador, Serokdewletê Meksîkayê aşkere kirîye ku ew ê hefteya bê dîsa dest bi programên geştê bikin.

Rêveberîya Erebistana Siûdîyê planek aşkere kirîye ku ji du qonaxan pêk hatîye. Ev plan wê roja yekşemê destpê bike. Di qonaxa yekem de wê destûra ketina Mekkeyê bê dayîn. Her weha wê di navbera saetên 06.00ê û 15.00ê de destûra derketina derve bê dayîn.

Li Senegalê Federasyona Basketbolê dîyar kirîye ku encamên yarîyên berîya niha hatine kirin, wan betal kirîye. Sendîkayên bas û minîbasan aşkere kirîye ku ji ber biryarên sînorkirinê yên derbarê veguhestina wesayitên civakî  karên wan nebaş e û ew ê li seranserê cîhanê grevekê li dar bixin.

Li Bangladeşê qedexeya derketina derve ji bo xebatên ekonomik destpê bikin wê gav bi gav were rakirin. Qedexeya derketinê di 26ê Adarê de destpê kiribû.

Li Taylandê dema qedexeya derketina derve hatîye kurtkirin. Li welêt metirsî heye ku 8 milyon û 400 hezar kes bêkar bimînin.

Li Bahreyn û Kuweytê wê roja yekşemê mizgeft vebin.

Li Mirnişînên Erebî di 31ê Gulanê de wê wezaret û sazîyên dewletê dest bi kar bikin.

Li Herêma Xweser a Bangsamoro ya Filipînan navendeke îzolasyonê ya Covid-19ê hatîye vekirin.

Li Tûnûsê xwendekarên pola dawîyê yên lîseyan êdî dikarin biçin dibistanan.

Li bajarê Sebhayê yê Libyayê piştî şewba Covid-19ê hatîye dîtin, ketin û derketina bajêr hatîye qedexekirin.

Li Malîyê şewba Covid-19ê li 70 xebatkarên Misyona Birêkûpêk a Enegre ya Neteweyên Yekgirtî (MINUSMA) peyda bûye.

Sîngapûrîyên ku nexweşî li wan peyda bûye, di 21em roja dermankirinê de heke rewşa wan baş bûbe, careke din test ji wan re nayên kirin û wê bikaribin biçin malên xwe. 

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin