COVID-19: 1500 seferên hewayî betal bûne

COVID-19: 1500 seferên hewayî betal bûne

.

A+A-

Kesên ku ji çar aliyên cîhanê geşt dikin, ji betalbûn û paşxistina seferan bi bandor bûne.

 

Li tevahiya cîhanê roja Yekşemê 1500 seferên hewayî betal bûne. Ev rewş geştiyarên ku xwestine di dema cejna salê de geştan bikin şerpeze kiriye.

Li gor malpera şopandina daneyan a  FlightAwareyê di Erefeya Noelê, Roja Noelê û roja piştî wê de nêzîkî 5 hezar û 900 seferên hewayî betal bûne.

Xuya dike ku hêlên esmanî yê  Çîn û DYAyê bêhtir bi bandor bûne. Li roja Duşemê bendewariyeke heye ku betalbûn zêdetir bibin.

Şîrketan weke sedem kêmasiya personelan di varyanta Omicronê de nîşan dide.

Sînordarkirin û zêdebûna hejmara nexweşan

Li gor FlightAwareê, li roja yekşemê zêdetirî 450î çûyîn û hatina ji balafirgehên DYAyê betal bûne.

Şîrketên ku herî zêde bandor lê bûne bûn in Delta, United û JetBlue ne.

Digel vê, şîrketa ku ji roja yekşemê vir ve ya herî zêde bandor lê bûye China Eastern e û heya aniha zêdetirî 350î seferên hewayî yên wê betal bûne.

Balafirgeha ku li bakurê Çînê, li bajarê Xianê ye ji 100î zêdetir seferên hewayî betal bûne û ev hejmara herî zêde heta aniha ye.

Tedbîrên nû li Xianeyê stendine

Rayedarên Xianê ji bo têkoşîna li dijî nexweşîna COVID-19ê, ji zêdetirî 13 mîlyon însan xwestine ku demeke nêzîk li mala xwe bimînin.

Li balafirgeha Heathrow a Londonê jî ji yekşemê wir ve 56 seferên hewayî betal bûne.

Li gor daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsî ya Emerîkayê, heta niha 5,4 mîlyon mirov ji ber COVID-19ê mirine.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin