Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji bihabûna semadê dilgiran in

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji bihabûna semadê dilgiran in

.

A+A-

 Îsal li Rojavayê Kurdistanê cotkar gelek zehmetiyan dibînin. Ji bilî nebûna tov û bihabûna wê, semad jî biha bûye û cotkar ji wê yekê ne razî ne.

Cotkarek dibêje, ji ber nebûn û buhabûnê wî 500 donim zeviya xwe bê ku semad bike çandiye.

Hevserokê Desteya Çandiniyê yê Rêveberiya Xweser jî dibêje, ew semadê bi nerxê ku hawirde dikin difroşin cotkaran.

Ebdilmihsin Cuma 500 donimî wî li gundê Rengo yê Rojavayê Qamişloye bê semad hatiye çandin. Berî ku zeviyê xwe biçîne doza semadê kir, lê piştî ku çand nû semad  peyda bû. Cuma diyar kir ku tona semadê îsal bûhatir bûye û bi dest cotkaran nakeve, her wiha birê destnîşankirî ji bo her yek donimê kêm e.

Cotkar Ebdilmihsin Cuma dibêje “Cara yekem 15 kîlo û ya duyem bi heman şêwe 30 kîlo me semada yoriya davêtê ev ji bo zeviyê avî,yê bejî me 10 kîlo semad davêtê û piştre bi heman rengî me 10 kîloyên din avêtê,ji mere dibêjin ton bi 500 dolarî ye bi Sûrî milyonek û 800 hezar leyre dike ev girane li ser cotkar, berhema me bibe çend jî, eger nirx wiha be tiştek ji mere namîne.”

Li Rojavayê Kurdistanê rêveberiya xweser semada supsr fosfat û yoriya belav dike,nirxê her tonekê ji her du cûreyan bi 500 dolarên Emerîkî ye, ku cotkar vî nirxî giran dibînin û  zeviyên xwe bê semad diçînin.

Desteya çandiniyê ya  Rêveberiya Xweser dibêje ku semada ew dabîn dikin, hawirdekirî ye û bi nirxê kirînê difroşin cotkaran.

Hevserokê Desteya Abûrî û Çandiniyê Ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo ragihand “Ev kereste em hawirde dikin, hawirde jî bi dolar e, lêçûna wê zêde ye heta ku em tînin her wiha sînor girtî ne, weku desteya çandiniyê me bi çiqasî anîye ev semad em wilo jî bidin cotkarên xwe.”

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser birê semadê ya hawirdekirî ji bo çandiya sala 2021 - 2022 li Rojavayê Kurdistanê 3,290,100 kîlo semada Yoriya û 131,500 kîlo semada Fosfat e.

Herdû cûreyên semadê ji Îranê bi rêya herêma Kurdistanê têne hawirdekirin. Îsal bi rêjeya 30% nirxê semadê bûhatir bûye.

Li gorî saziya pirkirina tov li bakur û rojhilatê Sûriyê, cotkar ji bo her donimekî 15 kîlo semad werdigirin. Cotkar jî dibêjin bira destnîşankirî kême  kuwalîtiya semada li deverê ne baş e ,lewma neçar dibin semada bûha bikirin

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin