Colemêrgî: Tev de hereket bikin, bibin yek

Colemêrgî: Tev de hereket bikin, bibin yek

Nivîskar û lêkolîner Îhsan Colemêrgî, bal kişand ser yekîtîya neteweyî ji partîyên sîyasî û sazîyên kurdan re got: “Bi hev re tev bigerin. Heger hûn difikirin bi hev re bifikirin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî êrîşên Tirkîyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, ji her carê bêtir yekîtîya neteweyî ya kurd bû rojeva kurdan. Nivîskar û lêkolîner Îhsan Colemêrgî, hegemonyaya hêzên serdesta a li ser erdnîgarîya kurdan, sedemên çênebûna yekîtîya neteweyî ya kurdan, îxanetên çê bûne, têkilîya di navbera partî û sazîyên kurdan de û tiştên divê ji bo yekîtîya neteweyî bên kirin nirxandin.

‘ERDNÎGARA KURDAN BÛYE QEDERA WAN’ 

Colemêrgî, destnîşan kir ku sedemeke sereke ya çênebûna yekîtîya kurdan erdnîgarîya wan î çîyayî ye û got, di dîrokê de serdest tim û tim sûd ji vê belawelabûyînê girtine û xwestin kurdan perçe bikin. Colemêrgî, got: “Serdestên li Rojhilata Navîn bi sedan sal in li ser navê dîn polîtîkayên xwe li ser kurdan pêk tînin. Di destê wan de du şûr hene; berê yekî dane asîmana, yên din di erdê de çikandine. Kirinên şûrê xwe yê di erdê de çikandî, bi yê ber bi asîmanan ve bilind kirine paqij dikin. Serdestên ku li Rojhilata Navîn warê kurdan dagir kirine, bi salan e vê nîjadperestîya xwe di bin navê dîn de dimeyînin. Dîn, ji bo kesên di dest wan de çek hene şûrekî tûj e; ji bo nekeve destê kurdan jî bûye gopalek. Îbn-î Haldûn, dibêje ‘erdnîgarî qeder e.’ Bi ya min ev gotin li cîhanê tenê ji bo kurdan hatîye gotin. Loma ev erdnîgara perçekirî bûye qedera kurdan.”

‘HER KES HESPÊ XWE LI ERDNÎGARÎYA KURDAN BEZANDÎYE’ 

Colemêrgî, anî ziman ku 2 hezar sal in erdnîgarîya kurdan ji hêla hêzên serdest ve hatîye dorpêçkirin û got: “Erdnîgarîya kurdan dişibe pêncerêya li Wanê. Li cîhanê kîjan hêza serdest xwestîye li Rojhilata Navîn dijminê xwe biqedîne, pêşî hespê xwe li axa kurdan li Kurdistanê bezandîye. Her wiha li Rojhilata Navîn kîjan hêz bi hêzeke din re şer kirîye, wan jî hespê xwe li axa kurdan bezandîye û ev hêz tevî dijminên xwe li erdnîgarîya Kurdistanê şer kirine. Skender û Persî li Hewlêrê, Yavûz Sûltan Selîm û Şahê Îranê li Çildiranê, Fatûh Mehmet Sûltan Mehmet û Akkoyûnî li erziromê şer kirine. Niha erdnîgarîya kurdan di navbera Ewropa, welatên Rojhilata Navîn de hatîye parvekirin. Ev perçebûn bûye sedem ku heta niha kurd nikaribin yekîtîya xwe çê bikin. 400 sal berê Osmanî û Îranê di navbera hev de peymanek çê kirine û ev peyman hîn jî didome. Ev sirf ji bo kurd nebin yek. Yanî mînaka herî baş Peymana Qesr-î Şîrîn e.”

‘PÊŞÎ BERJEWENDÎYÊN NETEWEYÎ’ 

Colemêrgî, anî ziman ku sedemeke din ku li pêşîya yekîtîya neteweyî ye, partîyên kurdan, kesên pêşengîyê dikin berjewendîyên xwe yên neteweyî û berjewendîyên xwe yên herêmî ji ên neteweyî bêtir esas digirin. Colemêrgî, got: “Heta ev rewş ji holê ranebe, wê yekîtî çê nebe.”

Colemêrgî, dîyar kir ku ji bo ev rewş bi dawî bibe divê kurd pir bixwînin û pir serwext bibin.

‘HEGER BÊDENG BIMÎNIN WÊ BEXDA DESTKEFTÎYÊN KURDAN JI DEST WAN BISTÎNE’ 

Colemêrgî, dîyar kir ku dagirkirina Kerkûk û Efrînê ji bo kurdan rewşeke pir xembar e û got:

“Welatê kurdan wekî qesrekê bifikirin. Pencereya wê qesrê Efrîn, cihê xwarên lê dipije jî Kerkûk e. Ma qesreke bê pencere û metbax mimkun e? Nebûna yekîtîya neteweyî bû sedema windabûna pencere û metbaxê. Heger bêdengî bidome hûn ê bibînin ku wê Bexda dest desyne ser destkeftîyên kurdan. Wê Bexda, di nêz de vê bêhêzî û perçebûnê bibîne û careke din xala 140’emîn nîqaş bike. Çima vê dikin? Çimkî ên gelekî xurt dikin sazîyê wê ne. Veguherînên civakîyî ne bi kesan, bi sazîyên wan ê xurt pêkan e. heta ev sazî neyên avakirin, wê ew gel tim û tim bi xerabîyan re rû bi rû bimîne. Pêdivîya kurdan bi guherîn û veguherînê heye.

Rewşa niha em diêşînin û li xweşa me naçe. Nexwe divê demildest pergala me biguhere. Biçûk an mezin divê partî û sazîyên li her çar perçeyan ne berjewendîyên xwe, pêşî berjewendîyên gel û civakê esas bigirin. Çimkî li ber kurdan tuneleke dirêj û tarî heye. Heger di destê vî gelî de ronahîyek û meşaleyek tunebe, em ê nikaribin wê tunelê derbas bikin. Meşaleya di dest me bîr û vîn e.”

‘ÎXANET JI ENKÎDO HETA NIHA DIDOME’ 

Her wiha Colemêrgî, bal kişand ser îxanetên li ber yekîtîyê dibin asteng. Colemêrgî, anî ziman ku di dîroka hemû gelên hatine dagirkirin îxanet heye û got: “Di dîroka Kurdistanê de şerên mezin di navbera deştî û çîyayîyan de pêk hatîye. Îro şerê li Rojava, Kerkûk û derdorên wê didome 4 hezar û 500 sal in didome. Bi sedan sal in deştî hewl dane Mezopotamyayê bi dest bixin û çîyayan jî li ber xwe dane. Akaq, Babîlî Asûrî û Ereb deştî ne. Ên 4 hezar û 500 sal in li hemberî wan li ber xwe didin jî Med, Mîtanî, Ûrartî û Kurd in. Tişta ecêb jî gava di navbera deştî û çîyayîyan de şer dest pê kirine, aha wê çaxê dîroka îxanetê jî derdikeve holê. Bi sedan sal berê Asûrîyan hevdîtin bi kurdan re çê kirîye û xwestine wan ber bi xwe ve bikişînin. Ev rewşa belawela û perçebûyî ya kurdan, bûye sedema îxanetên mezin jî. Gelek eşîretên kurdan carinan li gel Safewîyan, hin jê li cem Osmanîyan, Asûrî û Ereban cih girtine. Ev îxanet ji Enkîdo heta niha didome. Çima? Çimkî di tu serdemê de mîrekî kurdan rêz ji bo mîrekî din nîşan nedaye. Eynê wekî Enkîdo. Ennkîdo, çîyayî ye lê li cem Gilgamêşê deştî cih digire û dibe sedema tunebûna piranîya çîyayîyan. Eynê tişt hat serê Împaratorîya Medan jî. Pismamê qiralê Medan Harpagos, gava şer gur bûbû derbasî hêla Persan bû kir ku gelê wî di şer de têkbişikê. Mixabin ev îxanet hîn jî didome. Ji ber van tiştan em dibînin ku kurd nebûne yek. Heger yekîtîya neteweyî hebûna, wê ev îxanet heta niha dewam nekirana.”

‘ÎXANETA ZEYNEL BEGÊ HÎN JÎ DIDOME’ 

Colemêrgî, ji bo îxanetên çê bûne jî bal kişand ser Zeynel Begê û birayê wî Bîdax Begê ku xwestine bibin mîrê Colemêrgê. Colemêrgî, got: “Di sala 1550’yî de Zeynel Beg û birayê wî Bîdax Beg hene. Bîdag, ji bo bibe mîrê Colemêrgê berê xwe dide Îranê, diçe cem Şah Tahmaz. Zeynel Begê jî berê xwe dide Stenbolê, cem Osmanîyan. Di sala 1548’an de Wan dikeve destê Osmanîyan. Osmanî, ji bo Zeynel Begê bibe mîr talîmatekê dişîne. Zeynel Beg tê Wanê û li Walîyê Wanê Ferhat Paşa dibîne. Ferhat Paşa jê re dibêje; ‘Tu nikarî wis abi rihetî li ser wî textî rûnê. Birayê te Bîdag çûye Îranê cem Şah. Divê tu an wî bi saxî an jî mirî bînî, paşê bibî mîr.’ Zeynel Beg jî diçe birayê xwe zevt dike û radestî Walîyê Wanê dike û dibe mîrê Colemêrgê. Ev bûyer di sala 1550’yî de diqewime lê ev qas sal di ser re derbas bûne hîn jî qedera kurdan heman tişt e. Gava ev bûyer qewimîye, hîn Amerîka nebûye dewlet. Ev birîn birîneke pir kevn e. Niha ev serdest li vê xakê hebûna kurdan jî tamûl nakin û ji bo kurd bibin 7-8 perçe têdikoşin. Bi van qewimînan em dibînin ku îxanet bûye sedema çi.”

‘YEKÎTÎ’

Colemêrgî, divê kurd piştî ev qas tiştan êdî stratejîya xwe bigherînin û teqez tev de tev bigerin û got: “Bi hev re tev bigerin. Heger hûn difikirin, nexwe bibin yek.”

Çavkanî: MA / Adnan Bîlen/

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin