CNN: Kurdek dikare bibe Serokwezîrê Brîtanyayê

CNN: Kurdek dikare bibe Serokwezîrê Brîtanyayê

.

A+A-

Malpera CNN a Amerîkî navên çend kesan belav kirine ku dikarin bibin Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê û cihê Boris Johnson werbigrin, yek ji wan Endamê Partiya Parêzgaran Nedîm Zehawî ye.

Li gor zanyariyên malpera CNN, Nedîm Zehawî du roj piştî destnîşankirina wî weke Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê, ji Boris Johnson daxwaz kir ku dest ji kar vekişîne.

Malperê diyar kiriye, Nedîm Zehawî beriya salekê pêwendî bi kabîneya hikûmetê kiribû, beriya niha nedihat çaverêkirin ku bigihîje wê astê ku  postê Serokwezîriyê bigre destê xwe, lê belê derketina wî di serdema Johnson de gelek bilez bû, wî karî xwe nîşan bide weke Wezîrê Vaksînan di dema nexweşiya Koronayê de û piştre weke Wezîrê Perwerdehiyê derkeve.

Nedîm Zehawî ji malbateke Kkrd, li Bexdayê jidayîk bûye, di temenê xwe yê 9 salî de ji rejîma Sedam Husên reviyane û berê xwe dane Brîtanyayê û malbata wî li Londonê bi cî bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin