Clinton çîroka şervanên jin ên Rojava dike rêzefîlm

Clinton çîroka şervanên jin ên Rojava dike rêzefîlm

.

A+A-

 

Li gor medyayên Amerîkayê, kompaniyeke berhemanînê ya Amerîkî ku ji aliye Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton û Keça wê ve hatiye damezrandin, mafê bikaranîna pirtûkekê wergirtiye ku di derbarê şervanên jin ên Rojavayê Kurdistanê de ye û çîroka wan şervanan dike rêzefîlm

Li gorî Malpera nûçeyan ya Deadline ku roja Duşemê belav kiriye, HiddenLight Production - ku ji aliyê Clinton, keça wê Chelsea, û Sam Branson ve di Kanûna 2020 de hatiye damezrandin - dê "Keçên Kobanî: Çîrokek Serhildan, Cesaret û Dadperwerî" ya Gayle Tzemach Lemmon bike rêzefîlm.

Kompanyayê xwe wekî “ studyoyek cîhanî ku senaryoyên nivîskî û nenivîskî ji bo TV, fîlm, dîjîtal û  belgefîlmên berbiçav çêdike" dide naskirin.

Pirtûka Lemmon, ku dê di 16ê Sibatê de bê weşandin, li ser bingeha raporên çendîn salan ên li ser jiyana şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku beşek ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye, ku ew bixwe jî hêza sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk tîne,  hatiye nivîsandin,

 Piraniya bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) di bin kontrola Hêzên Suriya Demokratêk (HSD) ya pir-etnîk de ye.

Clinton di navbera 2009 û 2013an de Wezîra Derve ya Amerîkayê bû.

Deadline ji zarê Clinton derbarê şervanên Kurd ên jin de dibêje:"Keçên Kobanî vegotinek taybet ya jinên wêrek û şervan e, ên ku ji bo dadmendî û wekheviyê têkoşînê dikin"

Clinton herwiha gotiye: “Me Hidenlight ji bo pîrozbahiya yên lehengiyên wan hatine gotin û yên nehatine gotin, ava kiriye, ku wêrekiya wan pirrî caran hatiye paşguhkirin, û em nikarin êdî ji vê bêtir dilşad nebin ku vê çîroka sirûştî bînin pêş temaşevanên li seranserê cîhanê "

Lemmon di heman demê de nivîskarê du pirtûkên New York Times yên herî pir tên firotinê ye: Terziyê Khair Khana (2011) û Şerê  Ashley (2015).

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin