Cizîr/ 2 zarok li Çemê Dîcleyê xeniqîn!

Cizîr/ 2 zarok li Çemê Dîcleyê xeniqîn!

Hate ragihandin li taxa Yafesê ya Cizîra navçeya Şirnexê Rojhat Noyan ê 13 salî û hevale xwe Baran Haykir ku ew jî 13 salî ye, ji bo xwe hênik bikin ketin Çemê Dîcleye û piştî demekê herdu zarokên 13 salî li ber avê çûn.

A+A-

Piştî hemwelatiyan bûyer dîtîn agahî dan polîsan û tîmen berevaniya avê yên Şarederiya Cizîrê lêgerînan dan destpêkirin. Encama lêgerînê de piştî demjimêrekê termên her du zarokan ji bin avê hatin derxistin û ji bo lêkolîne ji Nexweşxaneya Devlete ya Cizîrê re hatin veguhastin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin