”Ciyê pirsa kurdan dest pê dike, demokrasîya tirkan diqede"

”Ciyê pirsa kurdan dest pê dike, demokrasîya tirkan diqede"

Heta ew al li Kerkûkê nehê xwarê divê destûr neyê dayîn ku Barzanî serdana Tirkiyê bike. Ev gotinên Cîgirserokê CHPê Yilmaz Ozturk e

A+A-

Heta ew al li Kerkûkê nehê xwarê divê destûr neyê dayîn ku Barzanî serdana Tirkiyê bike. Ev gotinên Cîgirserokê CHPê Yilmaz Ozturk e ku di Meclîsa Mezin a Tirkiyê de ji çapemenîyê re daye.

Ozturk gotîye; "divê Tirkiye bi Iraqê re kar bike ku ew bi hev re li hember Herêma Kurdistanê rawestin ku ew dixwaze Kerkûkê ilhaq bike.

Divê Tirkiyê daxwaz ji Iraqê bike ew di derheqê walîyê Kerkûkê de jêpirsîn veke ji ber ku wî hewildaye ku statuya Kerkukê bigehurîne û herweha rewş peyda kirîye ku di nav pêkhatîyên etnîkî yên Kerkûkê de şer û pêvçûn derkeve.

Li ser biryara meclîsa Kerkûkê a referandûmê jî Ozturk gotîye, ev biryareka nemeşrû ye. Şermezar dike û muteber nabîne li gor wî girtina biryareka weha yekalî ye;qestkirina yekpareyîya axa Iraqê ye û divê bi ti awayî neyê qebûlkirin."

Hêjayê gotinê ye Yilmaz Ozturk balyozê Tirkiye yê Misûlê bû; dema DAÎŞ di 2014ê Musilê kiribû bin hukmê xwe. ew tev 49 kesji alîyê DAÎŞê ve hatibû rehîngirtin. Di hilbijartina 2015ê de bû mebûsê CHPê û herweha cîgirêserokê CHPê yê berpirsîyarê karûbarê derve ye.

Piştî bi biryara Meclîsa Wilayeta Kerkukê alaya Kurdistanê li Kerkûkê hat bilindkirin û biryara referandûmê ji bo Kerkûkê ji alîyê Meclîsa Wilayeta bajar ve hat pejirandin ne dewleta Tirkiye, partîyên wê yên di meclîsê de jî îtîraza xwe dîyar kirin.

Bi vê helwesta xwe carek din partîyên tirkan dijminayîya xwe li hemberê kurdan nîşan dan û ew nedemokartbûna xwe jî eşkere kirin. Biryara ku Meclîsa Wilayeta Kerkûkê wergirtîye biryareka demokratîk û ji alîyê piranîya endamên meclîsê ve hatîye wergirtin. Dewleta tirk û partîyên wê bi vê helwesta xwe desttêwerdana hikumranîya welatekê û dewletekê din dikin. Bîla sebeb nehatîye gotin ku ciyê ku pirsa kurdan dest pê dike li wê demokrasîya tirkan xelas dibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin