Çiyayê Mazî bû xwelî: Zindewer bi saxî şewitîn

Çiyayê Mazî bû xwelî: Zindewer bi saxî şewitîn

Herêma Çiyayê Mazî ya girêdayî Mîrdînê, ji ber şewata ku piştî operasyona duh lê hat destpêkirin derket, bû xwelî

A+A-

Herêma Çiyayê Mazî ya girêdayî Qoserê, ji ber şewata ku piştî operasyona duh lê hat destpêkirin derket, bû xwelî. Di şewatê de hejmareke zêde sewal mirin. Gundiyên li herêmê banga xwedî derketina li xwezayê kirin.
 
Qada Çiyayê Mazî ya li Herêma Xursê ya girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ji ber şewata ku duh piştî operasyona Tevgera Taybet a Cendirmeyan hat destpêkirin derket, bû xwelî. Şewata ku di navbera gundên Îzer û Dokanê de derket, bêyî ku bigihîje cîwarbûnê gundiyan bi derfetên xwe vemirandin. Li gel vê yekê jî nêzî hezar donim qad şewitî. Li qadê hejmareke zêde zindewer jî di nav agir de man û mirin. 
 
'DIVÊ DENG LI DIJÎ ŞEWATÊ BÊ BILINDKIRIN'
 
Ahmet Aslan ê ji gundê Îzer diyar kir ku ekîbên agirkujiyên yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînî ku hatine cihê buyerê hinek mudaxaleyî şewatê kirin lê berovajiyê vê yekê ekîbên Miduriyeta Daristanê yê Bajar hatine cihê bûyerê û bêyî ku şewatê vemirînin veqetiyane û wan bi derfetên xwe şewatê vemirandiye. Aslan da zanîn ku gel bi guliyên daran û kincên xwe yên şilkirî şewatê vemirandine û wiha got: "Çiçêkên kewan, kosî û gelek sewalên hûrîk di nav agir de şewitîn û mirin." Aslan bêdengiya li hemberî şewatê şermezar kir û banga dengderxistina li dijî şewatê kir. 
 
'EM LI XWEZAYA XWEDÎ DERKEVIN'
 
Aslan destnîşan kir ku li herêmê darên berûyan şîn dibin û ji ber şewatan qet dirêj nabin û got ku ligel ku li rojavayê Tirkiyêyê bi awayekî lez û bez mudaxaleyî şewatê dikin jî li herêmê mudaxaleya şewatê asteng dikin. Aslan pirsa, 'Ew der xweza ye de ev der ne xweza ye?' kir û axaftina wiha domand: "Heke kes xwedî dernekeve em li xwezaya xwe xwedî derkevin. Dewlet naxwaze dar li vê herêmê şîn bibin û gelê me jê feyde bibîne. Ji ber vê yekê divê em xwedî li xwe derkevin." 
 
'HA WE XWEZAYÊ QETIL KIRIYE HA MIROVAN'
 

Gundî Cemîl Aslan jî bal kişand ser şewitandina zindeweran û ev tişt got: "Ev komkujiyeke mezin e. Ha we xwezayê qetil kir ha we mirovan qetil kir. Ji ber ku her du jî zindewerên ferq nake." Aslan banga xwedîderketina xwezaya xwe li gel kir û bi bîr xist ku heke mudaxale neyê kirin dê gelek gund bi şewatê re rû bi rû bimînin. Aslan bertek nîşanî xemsariya ekîbin agirkujiyê ya li hemberî şewatê da û anî ziman ku jin, zarok, cîwam, kal û pîran gund bi derfetên xwe agir vemirandine. 

MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin