Ciwanên Kurdistanê dest bi kampanya 'Zonî Kurdistan' kirin

Ciwanên Kurdistanê dest bi kampanya 'Zonî Kurdistan' kirin

.

A+A-

Koye ji hin xizmetguzariyan bêpar maye û hinek ji şêniyên wê dibêjin ku bajarê wan 16 sal in bacên du rêveberiyan dide û bûye qurbaniya nakokiyên rengan. Ciwanên Herêma Kurdistanê jî li dijî du rêveberî û “Zona (Herêm) Kesk û Zer” li ser torên civakî kampanyayeke bi navê “Zonî (Herêm) Kurdistan” dane destpêkirin.

Welatiyekî ji Koyê Celal Tahir ji Rûdawê re got, “Ji dilê xelkê nayê, hikûmet Kurdî ye, xelkê şehîd dane û çemek xwîn rijandiye û hatiye enfalkirin, ji dilê xelkê nayê tiştekî bi vê hikûmetê re bike. Koye bi rastî vê cezayê heq nake, em di vê navberê de bûne sotemenî û tiştek ji me re nayê kirin. Hewlêr dibêje hûn ser bi wan in, ew jî dibêjin ser bi Hewlêrê ne.”

Peyamnêra Rûdawê dema ji Koyê vedigeriya Hewlêrê bêyî lêpirsîn ji xaleke kontrolê hate şandin û li xaleke din a di navbera Hewlêr û Koyê de nasname jê hat xwestin.

“Zonî (Herêm) Kurdistan” navê kampanyayeke nû ye li ser medyaya civakî ya Kurdî, jin û mêr, ciwan û kal û pîr, ji Zaxo heta Helebceyê bê cudahî daxwaza Kurdistaneke yek herêm û yek rêveberî dikin. Kesên ku kampanyayê birêve dibin komeke ciwanan in.

Endamê kampanyaya “Zonî (Herêm) Kurdistan” Hejîr Fatih li ser kampanyayê got, “Di demeke kurt de li ser medyaya civakî deng veda.”

Wek gel, aliyên siyasî jî red nakin ku Herêma Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe du herêm û rêveberî.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re got, “Em ne bi du rêveberiyê re ne. Em alîgirê rêkeftinekê ne ku pirsgirêkên heyî çareser bikin.”

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar jî anî ziman, “Bi baweriya min pirsgirêka herî mezin a di navbera YNK û PDKê de ew e ku êdî baweriya wan bi hev nayê.”

Tevî hemû cudahî û nakokiyên ku ji devê siyasetmedaran tê bihîstin, dîsa jî kesên ji bo Kurdistaneke pirreng û yek deng û yek herêmî dixebitin hene.

Serokê Herêma Kurdistanê berê ragihandibû, “Ez gelekî li dijî bikaranîna vê me. Ev herêma kesk e û ev herêma zer e. Herêma Kurdistanê ye. Herêma kesk û zer çi ye?”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin