Ciwanekî kurd ji ber nijadperestîyê xwe kuşt

Ciwanekî kurd ji ber nijadperestîyê xwe kuşt

Ciwanekî kurd ku li Balafirxaneya Stenbolê wekî berpirsê ewlehiya taybet dixebitî, ji ber nijadperestiyê xwe kuşt. "Ji ber kurdbûnê,em her tim hatîn pest kirin”

A+A-


Ciwanekî kurd ku li Balafirxaneya Stenbolê wekî berpirsê ewlehiya taybet dixebitî, ji ber nijadperestiyê xwe  kuşt.
 "Ji ber kurdbûnê,em  her tim hatîn pest kirin”
Ciwanê kurd Ibrahim Layik berî ku dawî li jiyana xwe bîne, li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyekî xwe parvekiriye ku tê de xemgîn û çavşil xuya dike.
Ciwanê kurd li bin wêneye xwe wiha nivîsiye, “ji ber kurdbûnê, em her tim hatîn pest kirin” 
Ibrahim Layik li Balafirxaneya Stenbolê wekî berpirsê ewlehiya taybet kar dikir. Layik ji ber nijadperestî û dîkekirinê li ser kar dawî li jiyana xwe anî.
Layik di parvekirina xwe ya dawî de destnîşan dike ku ji ber kurdbûnê her dem hatiye pêpeskirin:
“Ji ber ku ez kurd bûm, her tim hatim pêpeskirin û dîkekirin. Belkî bi vê kirîna min ev rewş biguhere. Heqê xwe li min helal bikin.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin