Ciwanê zindanîkirî yê Efrînî li Elmanyayê bi şewatê can da

Ciwanê zindanîkirî yê Efrînî li Elmanyayê bi şewatê can da

Li Almanya doseya mirina ciwanekî Rojavayê Kurdistanê deng vedaye, ev jî piştî ku ew bi şaşî hat girtin û piştre di bûyereke şewatê de di girtîgehê de canê xwe ji dest da.

A+A-

Amed Ehmed ê temen 26 salî, ev 2 sal bûn ku li bajarê Gîlderen yê Almanya bi cih bibû.

 

Amed Ehmed ku xelkê herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ye, bi şaşî ji aliyê polîsê Almanya ve tê girtin. Sedema girtina wî jî ji bo wê yekê vedigere, ku kesekî xelkê welatê Malî, navekî nêzîkî navê wê bi kar aniye û li çend bajarên Almanyayê dizî kiriye û li seranserî Almanya ji aliyê polîsan ve daxwazkirî bûye, û ew xortê Kurd bi şaşî li berdêla wî kesê Afrîqî tê girtin.

 

Di nava girtîgehê de, derûnnasek ku çavdêriya rewşa wî dike, gotinên Amed Ehmed bi ciddî wernagire, ku ew Kurd e û ji Sûriyê ye.

 

Di êvara 17ê Îlona îsal de agir bi odeya Amed dikeve û laşê wî di wê bûyera agirpêketinê de dişewite, û piştî ku wî digihînin nexweşxaneyê, canê xwe ji dest dide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin