Ciwanê Wanî yê ku li Yalovayê ji avahiyê ket, jiyana xwe ji dest da

Ciwanê Wanî yê ku li Yalovayê ji avahiyê ket, jiyana xwe ji dest da

.

A+A-

 Ciwanekî Wanî yê 22 salî li navçeya Çinarcika Yalovayê ya Tirkiyê ji avahiyê ket û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê Wanî yê bi navê Oktay Karadag ê 22 salî li ser îskeleya avahiyê denga xwe wenda dike û ji qata 5an dikeve xwarê û jiyana xwe ji dest dide.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin Oktay Karadag 2 mejh berê ji bo kar tê bajarê Yalovayê.

Karadag hê di karê xwe yê yekem de ji bo ku bigihîje fitariyê, gava ku melzemeyan bi xwe re derdixe jorê ji îskeleya avahiyê denga xwe wenda dike û ji qata 5an dikeve û bi giranî birîndar dibe.

Dema ku tîmên tenduristiyê yên hawarçûnê digihîjin cihê bûyerê, tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest dide.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin