Civînên Qonaxa Sêyem ên navbera ENKS û PYNKê dest pê kirin

Civînên Qonaxa Sêyem ên navbera ENKS û PYNKê dest pê kirin

.

A+A-

Hat ragihandin ku civînên destpêkirina qonaxa nû ya danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) yên bo yekrêziya siyasî li Rojavayê Kurdistanê ji nû ve dest pê kirin.

Li gorî zanyariyan du roj berê otomobîlên protokalê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çûne ofîsa ENKSê û ji wir jî berê xwe dane cihê civînên destpêkirina qonaxa sêyem a danûstandinan.

Herwiha hatiye zanîn ku ji rêveberiya ENKSê Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Nimet Dawid û Fesla Yûsif di şanda ENKSê de amadehî kirine.

ENKS beriya civîna ligel PYNKê di nav xwe de jî civînek pêk aniye ku tê de mijarên qonaxa sêyem hatine gotûbêjkirin.

Di civînê de endamên Desteya Serkoayetiya ENKSê û partiyên di nav de beşdar bûn û ENKSê di civînê de piştgiriya xwe ya ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî teqez kir û hat ragihandin, ew dê hewl bidin diyalog serbikeve.

Herwiha hat diyarkirin ku beriya vê civînê şanda ENKSê, berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî civîyabûn ku li gorî zanyariyan ew civîn erênî derbas bûye.

Mijarên hesas û sereke yên qonaxa sêyem a hevdîtinên ENKS û PYNKê; beşdarbûna ENKSê bo nava Rêveberiya Xweser, peymana civakî, pirsa vegera Pêşmergê Roj û tevlîbûna nav HSDê ne.

Berî destpêkirina qonaxa sêyem a danûstandinên yekrêziya li Rojavayê Kurdistanê, 31ê Çileyê 2021ê  Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî bi peyamekê gotibû, “Erka her kesî ye ku amadekarîyên gava nû ya yekrêzîyê bike da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin.”

Ebdî herwiha diyar kiribû, “Serkeftina diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de ji bo me armanc e. Lihevkirinên me bi dest xistine girîng in û berjewendîyên xelkê me diparêzin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, 17ê Hezîrana 2020an şandên herdu aliyên PYNK û ENKSê bi amadebûna nûnerê Amerîkayê, li bajarê Qamişlo di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandibûn ku ew gihîştineke lihevkirineke siyasî ya hevbeş li ser bingeha Rêkeftina Duhokê ya 2014an bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî pêk hatibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin