Civîneke di derbarê kurdên Êzidî dê pêk were

Civîneke di derbarê kurdên Êzidî dê pêk were

Parlamentoya Kurdistanê civînek awarte di derbarê kurdên Êzidî de pêktîne.

A+A-

Parlamentoya Kurdistanê civînek awarte derbarê kurdên êzdî de pêktîne.

Biryare îro 03.08.2019ê demjimêr 11:00ê de Parlamentoya Kurdistanê rûniştina hejmara 3 ya awarte pêkbîne.

Di rûniştina îro de parlamentoya Kurdistanê dê deng li ser pêşneyara diyar kirina roja 03.08 wek roja bibîranîna jenosoida kurdên êzdî bide, ku fraksiyona PDKê pêşneyar kiribû.

03.08.2014 çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê piştî xwe vekêşana artêşa Iraqê, hemû navçeyên parêzgeha Nînowa dagirkir, êrîş kirin ser bajarê Şingalê û bi hezaran jin û zarokên kurdên êzdî şehîd kirin û revandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin