Civîna Trump û Pûtîn bi dawî bû

Civîna Trump û Pûtîn bi dawî bû

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Helsinkî ya paytexta Finlandayê bi dawî bû. Hevdîtin 2 demjimêr û 10 xulek domiya.

A+A-

Trump: Ev bû destpêkeke xweş!

 

Piştî hevdîtinê daxuyaniya pêşî ji Trumpî hat. Trumpî got: 

 

"Hevdîtina digel Putînî bû destpekeke xweş"

 

Beriya hevîdîtinê Donald Trump bi daxuyaniyekî ragihandibû, “Rêkeftina li gel Rûsyayê ne tiştekî xirab e.”

 

Di çend salên dawiyê de qeyrana Sûriyê, dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, qeyrana Ukrayna û nîvgirava Kirimê tengezariya di navbera Amerîka û Rûsyayê de zêdetir kir, ku tê payîn di vê hevdîtinê de ev xal bibin rojeva sereke.

 

Di nav qeyrana Sûriyê de çarenivîsa rojhilatê Feratê û Rojavayê Kurdistanê jî cihekî girîng digire.

 

Piştî civînê dê herdu serok daxuyaniyekî bidin çapemeniyê.

 

Agahî tên...

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin