Civîna Ciwanên PAKê li Stockholmê

Civîna Ciwanên PAKê li Stockholmê

Yek ji daxwaza ciwanan ew bû bo wan rê vekin da ku ew jî bikaribin beşdarî mineqeşeyên nav PAKë bibin.

A+A-

Komîteya PAK Swêdê îro (17-02-2018) li Stockholmê bi ciwanan re civînek amade kir. Gelek xort û ciwan beşdarî civînê bûn. Li ser navê komîteyê Dara, Ferah û Perîn Muzeyyen di civînê de amade bûn.

Piştî hevnasîna ciwanan, rojevek hat çêkirin.

Di destpêkê de mesaja serokê PAKê rêzdar Mustafa Özcelîk hat xwendin.  Piştre li ser rewşa Kurdistanê û rewşa dawî ya Afirîn û Kerkûkê hat axifîn. Ciwanan di vî warî de dîtinên xwe pêşkêş kirin. Li ser rewşa PAKê jî gelek munaqeşe hat kirin. Bi taybetî têkoşîna bêîteatîya sîvîl li dijî dewletê dê çawa bibe, li ser wê gelek munaqeşe hat kirin. Di warê ziman de jî pêşniyara ciwanan ew bû ku divê ji bo xortan kursên ziman werin amadekirin. Û di bêîteatîya sîvîl de şerê herî mezin ew e ku herkes bi kurdî biaxife.

Yek ji daxwaza ciwanan ew bû bo wan rê vekin da ku ew jî bikaribin beşdarî mineqeşeyên nav PAKë bibin.

Paşê ciwanan di nav xwe de pênc kes wek komîte hilbijartin. Ev komîte ew ê karûbarê ciwanan organîze bike.

***

aaaa.png

3[1587].jpg

Peyama serokê PAKê rêzdar Mustafa Özçelîk ji bo ciwanan

Ciwanên PAKê, pêşeroja PAKê , pêşroja Kurdistanê ne. PAK dixwaze bi kultureke nû , bi rê û rêbazên nûjen doza azadîya Kurdistanê bihûne. PAK pirek e di navbera do û pêşerojê de. PAK ne bes bi gorinên xwe, bi kiryar û xebatên xwe jî kedkarê vê sîyaseta nû ya li bakurê Kurdistanê ye. Ji bo em bikaribin li gorî rêbaza PAKê ya ku dibêje ‘’Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’ xebatekê bimeşînin, heykel û xwedanê herî esasî yê vê armancê, keç û lawên ciwan yên Kurdistanê ne. PAK divê vê guhertinê ji xwe dest pê bike. PAK divê tecrubeya bi salan bi dînamîzma gêncan ve birêse; divê ruhê nûjen, zana, dûrbîn, çalak yê gêncan bi tecrubeya kadroyên PAKê re bibe yek û PAK ji nû ve xwe vejîne. Divê PAK bibe partîya gêncan. Di warê medyayê, ziman, propaganda û sosyal medyayê, di sîstema modern ya birêxistinbûyînê, dîplomasî û perwerdeyê de wazîfe, rol û hêvîyeke mezin li ser milên gêncên Kurdistanî yen li Ewrûpayê ne. Pêla ku ji alîyê gêncên me yên li Ewrûyê ne bigihêje welêt, em bawer dikin ku PAK jî, doza azadîya Kurdistanê jî dê bi ruhekî nû geş bibe. Ji bo PAKê ya esasî doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye; di vê rêyê de ne navê partîyan, ne serokê partîyan ne xetên sorên ku neyên guhertin e. Gêncên PAKê divê xwe ji bo pêşeroja PAKê, ji bo pêşeroja Kurdistanê amade bikin. Em ê bi her awayî li gel we bin; bi we re bin. Ji bo pêşrojeke azad gava yekem ew e ku, em bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û bifikirin. Heykelê miletan zimanê wan e. Her gêncekî Kurdistanî, her gêncekî PAKî divê berîya her tiştî zimanê xwe bizanibe; ev divê weke esaseki jîyanê bê qebûl kirin. Ez di wê bawerîyê de me ku gêncên PAKê, bi dînamîzma xwe ruhekî nû bidin me gişa. Em ê bi we re ji nû ve gênc bibin. Bi hêvî û bawerîya ku hûnê bi ser kevin; silavên xwe yên hevaltî û birayetîyê pêşkêş dikim. 16.02.2018

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

 

 5[1589].jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin