Civîna Çapemenîyê di derbarê doza daxistina PAKê de

Civîna Çapemenîyê di derbarê doza daxistina PAKê de

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di derbarê doza ku bo girtina PAKê hatiye vekirin de bo agahdarkirina rayagiştî, sibê 12ê Sibatê li Cemiyeta Rojnamevanan a Amedê dê civîneke çapemeniyê li dar bixe.

A+A-

Di peyama Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê de wisa hat gotin:

"Mehkemeya Qanûna Bingehîn (Dadgeha Destûrê) a Tirkîyeyê di derbarê PAKê de doza daxistinê (girtinê) vekir.

Ji bo agahdarîkirina raya giştî û ji bo aşkerekirina helwest û nexşerêya partîya me, roja 12.02.2019an, di saet:11.30an de em ê li Cemîyeta Rojnamevanan a Diyarbakirê (Diyarbakır Gazeteciler Cemiyeti) civîneke çapemenîyê li dar bixin.

Ji bo piştgirîyê li PAKê bikin, em hemû sîyasetvan û rewşenbîrên welatperwer û gelê xwe vedixwînin vê civîna çapemenîyê.

Li gel rêzên xwe"

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin