Civata Parêzgeha Kerkûkê ji bo referanduma serxwebûnê got ”Erê”

Civata Parêzgeha Kerkûkê ji bo referanduma serxwebûnê got ”Erê”

Civata Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar da, ku li nava sînorên parêzgeha Kerkûkê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê were kirin.

A+A-

Civata parêzgeha Kerkûkê bi 24 dengên deng ji bo beşdarbûna giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dan. Di civîna îro de 26 endamên civata parêzgehê beşdarî dengdanêbûne

Îro civata parêzgeha Kerkûkê civiya. Di civîna îro de 26 endamên civata parêzgehê beşdarî dengdanêbûn. Civata parêzgeha Kerkûkê bi 24 dengan biryara beşdarbûna giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dan. Di civîna îro de 26 endamên civata parêzgehê beşdarî dengdanêbûn.

Civata Parêzgeha Kerkûkê wê daxwaz ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bike da ku li Kerkûkê amadekariyên pêvajoya giştpirsiyê were kirin.

 Di civîna îro de tenê 2 endamên civata parêzgehê deng nedane û ew jî endamên serbixwe bûne û herwiha fraksiyona Bereya Tirkmenî li gel Kombûna Erebî rûniştinê boykot kirine.

 Herçiqas fraksiyona Bereya Tirkmenî li gel Kombûna Erebî rûniştinê boykot kirine jî hin endamên her du franksiyona beşdarî civînê bûne.

Ji Franksiyona birayetiyê 2 nûnerê Tirkmen, 2 Ereb û 1 Xirîstiyan di dengdanê de denga ”erê” dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin