Civaka Kurd li Ewropa Banga Piştgirîya Yekrêzîya Kurd Kir.

Civaka Kurd li Ewropa Banga Piştgirîya Yekrêzîya Kurd Kir.

Civaka Kurd li Ewropa banga piştgirîya yekrêzîya Kurd ya Rojavayê Kurdistanê pêk tê kir.

A+A-

Navenda NûçeyanEv demek e li Rojavaya Kurdistanê di nav partîyên sîyasî yên Kurd de hîn danûstandinên yekrêzîya Kurd pêk hatin. Di serî de alîyên ENKS û TEV-DEMê qonaxa yekemîn bi serkeftî dan meşandin.

Yekrêzîya Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê di demeke kurt de deng veda û piştgirîya hemû gel, sîyasetmedar, hunermend, rewşenbîr , komelên sivîl ên Kurd û Kurdistanî hilgirt.

Yek ji van piştgîrîyan ji civaka Kurd a li Ewropayê hat. Civaka Kurd di darbarê vê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Em bangî hemû  Kurdistanîyên  li Avrupa û  yên li hemû  Cihanê,  Komelên sivîl, Partîyên sîyasi, şexsîyet  û hûnermendên kurd  û Kurdistanê dikin, werin em hemû bihevrê  piştevanîyê li pêngavên yekrêzîya alîyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bikin û hewlên wan ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûrîyê berdewam in.

Loma ji divê em hemû alîyên Kurdîstanî piştgirîya yekrêzîyê li rojavayê Kurdistanê bikin ku yek  rêzîya nav mala kurdî  werê demezrandin!

 

ji bona hevîyên gelê me carêk din neyên şikestin  û ji bona   Birina Şengal Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê ye, were derman kirin  û êşa gelê me were kêm kirin  û derman kirin  ji  bo kû gelê kurd bi avaye ki ser bilind li ser axa xwe jîyana xwe bakaribê bidominê û hevîya gelê me  Kurdistanê   geş bike , em carek din  hêvî dikin qonaxa duyem a danûstandinan ji alîyê TEV-DEM û ENKS tê  meşandin û bi başdar bûn  û bi piştgirîya  Partîyên serekê û hezên din re jî werê xurt kirin da kû  hêvi  û daxwazên gelê Kurdistanê werin geş kirin.

 

Loma jî em carek din dibêjin hemû  Kurdistanîyên  li Avrupa û  yên li hemû  Cihanê,  Komelên sivîl, Partîyên sîyasi, şexsîyet  û hûnermendên kurd  û Kurdistanê dikin, werin em hemû bihevrê  piştevanîyê li pêngavên yekrêzîya alîyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bikin û  hemû daxwazên xwe bi dengekî bilind bigihînin Rojavayê Kurdistanê, daku qonaxa duyemîn gotûbêjan bi serkeftî werin encamdan û ji bo yek helwestî û yekrêzî ya nav mala kurdî were damezrandin.

 

Ev yek wê bibe havanê rizgarbûnê û wê bibe dermanê birîna Şengal   Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê ye û yek helwestî û yekrêzî çareserî ye, ku gelê Kurd bi serbilindî bijî û dubare tûşî bêhêvî û reşbînî yê nebe, ku hêvî û armancên gelê Kurd  û ev derfeta zêrînî ji dest xwe bernedin.

Civaka Kurd… Schweinfurt 

06.06.2020

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin