Çîrokbêjên Kurd weke pelên daran yek bi yek dikevin û wenda dibin

Çîrokbêjên Kurd weke pelên daran yek bi yek dikevin û wenda dibin

Di zargotina Kurdî de miha wek dengbêja, çîrokbêj jî her kêm dibin û wek pelên darê yek bi yek dikevin û wenda dibin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Çîrokbêj Hecî Ferzende xelkê gundê Hûrkuta navçeya Panos a Agirîya Bakurê Kurdistanê ye û ew di şêvên sar û dirjêj ên zivistanê de civatê li dora xwe kom dike û ji wan re çîrokan dibêje.

Gundê Hûrkut li Quntara Çîyayê Sîpanê ye ku Newala Sîyabend û Xecê, berf weke her sal dîsa lê dike. Dîsa civat li Mala Hecî Ferzende ye û soba daran hatîye dadan, derva sar e. Hecî Ferzende xwe amade dike ku civata gund dîsa bigerîne di nav gelîyên Sîpanê  Deşta Herranê û li esmanê Kelha Dimdimê.

Dengê wî kalemêrê ku derdora 90 salî ye, carna dibe feryad û fîgana Xecê û Edûlê carna dibe qirçînîya dengê çaplî û martêlîyan a Emê Gozê û Bişarê Çeto carna jî dibe nifirê Werdê ya dayîka Ker û Kulik ku li Emer Axa dikir digot: “De Emer Axa xêrê bike qet nebîne dergûşa kurê li hembêza xwe nebîne, genim bavêje zîwanê jê hilîne..”

Hecî Ferzende dibêje civat bi kêf û kelecan guh didine çîrokan.

Wek dengbêjîyê çîrokbêjî ji çandeke nemirîye li Serhedê û çîrokên herî bê dawî di mehên zivistanê de di şevên bê dawî de têne gotin

Çîrokbêj Hecî Ferzende ji Rûdawê re got: “Em di odeyan de rûdiniştin û me çîrok digotin, odeyên me di  dewra berê de tije dibû û di ser de diçû,  herkesê meraqa dengbêj û çîrokbêjan dikir, berê xelk ji bo çîrokan dîn dibûn, bawer nedikirin ku êvar were û ew herin guhdarîya çîrokbêjan bikin, axa, gundî, şivan, jin, zarok herkes li odeyan dicivîyan û guh didan gotinên çîrokbêjan.”

Hecî Ferzende anî ziman ku di derwra berê de telefon û televizyon nebû, radyo jî gelek kêmbûn, niha êdî televizyon û telefon derketine êdî kes guh nade çîrokbêjan.

Çîrokbêjên wek Hecî Ferzende di civat û meclisên Kurdan de her kêm dibin, ji ber ku çanda civatê nikare hevberîya televizyon, telefon û telekomunikasyona îro bike wekî ku 20 kes li cem hev bin û her yek serê wan li ser mobaylên wan bin û bi tenê bin.

Derbarê mijarê de Mixtarê Gundê Urkutê Nûredîn Ortkekîn dibêje: “ Hecî Ferzende li welatê me çîrokbêjekî navda re, zarokatîya me hemû li ber çîrokên Hecî Ferzende derbas bû. Çîrokan gelek xweş dibêje, berê ji bo ku ode tije dibûn gelek caran cih ji zarokan re nedima. Hesreta me jî ew bû ku em mezin bibin û em biçin di odeyên mezinan de mafê rûniştinê wergirin.”

Di zargotina Kurdî de cîhê çîrokbêjîyê di dewrên berê de ji dengbêjîyê bilindtir bû û her çîrokbêjekî di heman demê de her têm rê vekirîye ji dengbêj re, lê cîhê mixabinîyê ye ku di roja îro de wek dengbêjan çîrokbêj jî her kêm dibin wek pelên darê yek bi yek dikevin û wenda dibin.

Mehdî Mutlu-Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin