Çîroka "Weysêl Qaranî"

Çîroka "Weysêl Qaranî"

Gelek kurd "Weysel qaranî" weke "kesayetiyeka kurd" dibînin

A+A-


Ednan Bedreddîn 

    

Weysel Qaranî kî ye?

Navê wî yê rast Ûweys kurê Amêr kurê Cizi' kurê Malik Al-Mûradî Al-Qernî yan jî Al-Qerenî ye. Ew ji hoza "eşîreta" Benî Mûrad e. Li Yemenê li navçeyekê bi navê Qern jidayik bûye, lê piştre li Kûfaya Iraqê bi cih bûye. Li wê derê li ser destên gelek sehabiyan(1) "zanistên olî" fêr bûye. Ûweys Al-Qernî weke mezintirîn tabi'î(2) û "zahidê" îslamê tê jimartin. Ehmed kurê Henbel, îmamê mezhebê henbelî di îslamê de, di "musnedê" xwe de li ser pirsa baştirîn tabi'î weha nivîsiye: "Ew Seid kurê Al-Museyeb e, tê gotin ew Ûweys Al-Qernî ye û tê gotin ku ew Al-Hesen Al-Besrî ye, lê li  gor "Sehîh Muslim" baştirîn tabi'î Ûweys e."

Li gor gelek jêderên îslamî wî di şerê "Siffîn" de jiyana xwe ji dest daye. Ûweys Al-Qernî, di vî şerê xwînawî ku tê de bi hezaran misilmanan ji hevdu kuştine de, li kêleka Elî kurê Ebî Talib dijî leşkerên Mûawiya kurê Ebî Sufiyan cih girtiye, û jibo wê ew ji aliyê şî'iyan ve weke mirovekî pîroz "welî" tê jimartin.

Lê zaneyekî din ê mezin ê ola îsalmê,Enes kurê Malik ku îmamê mezhebê malikî ye, bi guman e ku kesayetiyeka dîrokî bi vî navî hebe û dibêje ku Ûweys Al-Qernî "efsaneyek e".

Ûweys û Umer kurê Xettab

Muslim di "Sehîhê" xwe de ji zarê Esîr kurê cabir weha dibije: "Dema ku karwanê xelkê Yemenê rojekê hat, Umer li Ûweys ji wan pirsî û got: Ûweys bi we re? Gotin: belê. Got: Ji Mûrad e, ji Qern e? Gotin: Belê. Got: di laşê wî de gurîbûnek hebû jê hate derman kirin ji bliî cihê "filsekî"? gotin: Belê. Got: dayikeka wî hebû ku jiyana xwe terxanî xizmeta wê kiribû? Gotin: Belê. Got, pexember ji min re gotiye eger ku min ew dît, divê ez jê bixwazim ku lêborînê ji Xwedê jibo min bixwaze, jiber ku Xwedê daxawazên wî bicih tîne".

Mirovê "Axretê"

Li gor zaniyariyên ku mirov dikare ji jêderên îslamî bidest bixe, Ûweys Al-Qernî weke "askêt" jiyana xwe derbas kiriye. Pîşeyê wî gavantiya hêştiran "devehan" bûye. Xawrina wî nanê tisî û av bûye, û cilên wî yek kirasê gij û jihevketî bûye.

Hevdemên wî ew weke mirovekî dîn jimartine û herdem di nav wan de cihê qerf û pêkenînan bûye, lê bi ser wê de, wî bi gotinên xweş û bi amojgariyên giranbuha bersiva karên wan ên xirab daye.

Sehabiyê bi navê Esîr kurê cabir ê navbûrî li ser zarê Herem kurê Heyyan dibêje: Li Kûfayê mirovekî zimanxweş bala min kişand û ez her roj diçûme mizgefta ku lê nimêj dikir jibo ku ez lê guhdarî bikim. Min li navê wî pirsî, ji min re gotin ku navê wî Ûweys Al-Qernî ye.

Ji nişka ve nema hate mizgeftê. Min li mala wî pirsî û ez çûme nik. Min jê pirsî: çima tu nema tê mizgeftê? Sedem tazîbûn e, bersiva min da. Min rabû kirasekî nû pêşkêşî wî kir jibo ku bikare pê ji malê derkeve.

Gorna Ûweys li kûderê ye?

Herî kêm heşt "ziyaret" li ser navê Ûweys Al-Qernî ku li çend welatan balvin hene. 2 ji wan li Kurdistanê ne. Yek li Sêrta Bakur e, û yeka din li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ye. Li gor lêkolînerê iraqî Eqîl Al Hemedanî li parêzgeha Diyala li Iraqê û li Cîze ya Misrê du ziyaret li ser navê wî hene. Li gor malpera "îslam web" gorna Ûweys li Azerbeycanê ye.

Piraniya lêkolîner û zaneyên îslamê di wê bawerî de ne ku gorna vî Tabi'iyê navdar li Reqqa ye Sûriyê ye. Cenga Siffîn ne dûr ji vî bajarî rû daye. Li vê derê hukumetên Îranê û Sûriyê di sala 1988-an de, mizgefteka mezin li ser navê her yekî ji Emmar kurê Yasir, Ebî îbin Qeys Al-Nexe'î ku herdû sehabî ne, û Ûweys Al-Qernî ava kirin.

Roja 24 Adara 2014 DAIŞê ev mizgeft ku weke "Meqamê Ûweys Al-Qernî" tê naskirin bi bombeyan hilweşand.

"meqmên" wî li Pakistan û Afganistanê jî hene. Tiştê balkêş ewe ku li her derê ew mîna "weliyekî herêmî" tê jimartin. Gelek kurd "Weysel qaranî" weke "kesayetiyeka kurd" dibînin.

 

1: Sehabî ango "hevalbend": Her keseke ku pêxemberê îslamê dîtiye, bawerî pê aniye û weke misilman miriye.

2: Tabi'î ango "layenger, mirovê ku dide dûv mirovekî din": Her keseke ku sehabî dîtine, bawerî bi îslamê aniye û weke misilman mirye. Tabi'î, her weha, ew kesê ku pêxember dîtiye, lê pistî mirina wî bawerî pê aniye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin